Dosya

Bikujên Serdeşt Osman nêzîke biçin ber dadgehê

Kerîm Şingarî wezîrê navxwe yê hikûmeta herêma Kurdistanê di hevpeyvîneke xwe de bi rojnameya Elheyat re behsa rewşa emnî û aramiya herêma Kurdistanê dike û dibêje ku ji egerên lêkolîn û dûvçûna dosyeya revandin û kuştina xwendekar Serdeşt Osman pêngavên baş hatine avêtin û dê tawanbarên wê tawana jî bidin dadgehê.

Şingarî dibêje: Piştî wê bûyera nexweş ya revandin û kuştina Serdeşt Osmanî, bi fermana serokê herêma Kurdistanê komîteyeke taybet bo lêkolîna bûyerê hat pêkanîn, wê komîteyê dest bi lêkolînan kiriye û pêmgavên baş ber bi pêşve çûne û encamên baş bidetxistine. Dê destê asayîşê bigihîşe tawanbaran û dê wan bidin dadgehê da ku bihihêjin sizayên xwe. Tu kes di ser qanûnê re nîne.

Wezîrê navxwe daxaz ji mediyayê kir ku pêş bûyeran nekevin û li benda encamên lêkolînê rawestin.

Di berisva pirsekê de li dor ew xwenîşandanên li herêma Kurdistanê hatin kirin, Şingarî got: Xwendekarên zanîngehê, dost û hevalên xwendekar Serdeşt Osman serdana wezareta me kir û daxaza destûra xwnîşandanê kir. Em jî razî bûn ku ew xwenîşandana bikin û hêzên polîs û asayîşê ketin di xizmeta parastina selametiya wan de. Lê hindek alîyan ew xwenîşandan ji bo armancên xwe yên siyasî û hilbijartinan bikaranîn û hindava xwenîşandanan guhert.

Li dor rewşa aramî û emniyeta herêma Kurdistanê jî, Şingarî di bersivê de got: Em hevelatiyên Kurdistanê piştrast dikin ku reweşa amnî û aramiya herêma Kurdistanê bi îstîqrar e. Em her roj berhemê wê aramiya Kurdistanê bi çavên xwe dibînin ka çewa şirket û kompaniyên biyanî berê xwe diidn herêma Kurdistanê û sermayeyeê xwe di warê investkariyê de di razînin.

Back to top button