Polîtîk

Salih: Ji karên hikûmetê perwerde û xandin di dereceya pêşî de ne

      
Di berdewamiya kampaniyaya hikûmeta herêma Kurdistanê ya avakirina xwendingehên modern, roja 22.05.21010ê Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê kevirê bingehîn bo avakirina xwendingeheke modern ya 27 kilasî li taxê Kurdey li bajarê Silêmaniyê dana.

Di merasima danan kevirê bingehên yê xwendingeha hevçerix li bajarê Silêmaniyê de ku wezîrê perwerdeyê, wezîrê avadankirinî, wezîrê fînansê, wezîrê saxlemiyê, berpirsên saziyên perwerdeyê li Silêmaniyê û hijmareke mamosteyan amade bûn, serokê hikûmetê di axaftinekê de tekîd li ser hindê kir ku hikûmeta herêma Kurdistanê giringiyeke taybet bi warê xandin û perwerdeyê dide. Serokê hikûmetê got ku di nava îsal de hikûmet dê 41 xwendingehên modern û hevçerix li wîlayeta Silêmaniyê û Germiyanê û 22 xwendigehan jî li nav bajarê Silêmaniyaê ava bike.

Salih got: ”Hikûmeta herêma Kurdistannê ji budceya îsal 150 milyar dînar ji bo avakirina 100 xwendingehên modern yên 27 û 18 kilasî li ber dest danan e.

Serokê hikûmetê di axaftina zwe de got ku hikûmeta herêma Kurdistanê bê cudahî xizmeta hemû bajarên Kurdistanê dike. Lê divê Silêmaniyê li ber çavan bê girtin ji ber ku ji ber nakokiyên siyasî weke pêwîst xizmeta bajêr nahatiye kirin.

Her li bajarê Silêmaniyê Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê serdana:

1- Taxê Kurdey ku, yek ji wan taxaye yên nû hatiye avakirin, kir û bi berpirsên taxî re civiya da ku yahdarî rewşa xizmetgozariya taxî bibe.
– Pirojeyê Hewarî Silêmanî ku, pirojeyekî tûrîzmî ye û dê rûberê ji %13 bajarê Silêmaniyê şînkatî bike.
– Pirojeyê dirustkirina zanîngeha amerîkî li Silêmaniyê ku, pirojeyekî gelek giring e û dê derfeta xandinê bi awayekî hevçerix û oêketî bo xwendekarên pêkbîne.

Back to top button