Festîvala Feqiyê Teyran
FESTÎWALA FEQIYÊ TEYRAN
19-21 Heziran 2010-05-23
Îsal jî Festîwala Feqiyê Teyran li Miksê çêdibe û dê sê roj dom bike. Ev Festîwal ji aliyê Parlemana bajarê Wanê xanima hêja Golşen Orhan, Şaredariya Miksê û Wîlayeta Wanê ve tê kirin.
Salek berê jî eynî Festîwal û bi eynî mebestê hatibû çêkirin. Lê belê zêde di medyaya Kurdî û ya Tirkiyê de nehatibû nasandin. Îsal hinekî zêdetir danasîna wê hatiye kirin û ji gelek herêm û welatên cuda, şexsiyetên xuyanî û pisporên Çanda Kurdî û Tirkî hatine vexwendin.
Li gor ku hatiye ragihandin, çend siyasetmedar ji Yekîtiya Ewrûpayê, gelek nivîskar û rewşenbîr ji hin welatên Ewrûpayê ku piraniya wan Kurd in, herweha revdeyek nivîskar û rewşenbîr ji Başûr, Rojhilat û Rojavayê Başûrê Kurdistanê wê beşdarî di Festîwala Çandî ya Feqiyê Teyran de bikin. Ji nava Tirkiyê jî wê gelek rojnamevan, nivîskar û rewşenbîrên Tirk beşdarî Festîwalê bibin û li ser jiyana Feqiyê Teyran axaftinên cuda bikin. Di nava beşdarên Festîwalê de çend profesor, hin doçent, pispor, hunermed, siyasetmedar, wezîr, parleman, lêkolîner û rojnamevanên xuyanî jî hene.
Li gor bernameya Festîwalê ku hatiye diyarkirin, roja 19ê Hezîranê Festîwal li bajarê Wanê, herdu rojên din jî li Miksê; rojek li ser gora Feqiyê teyran û li keviya Çemê Mezin, roja din jî bi axaftin û şano û wekî din têne domandin.
Îcar ji ber ku Otêl li Miksa Mîran hêj nehatine çêkirin, pêşwaziya beşdarên Festîwalê dê her li gor Toreya Kurdî û bi kurdewarî bête kirin; ango her maleke Miksî dê çend beşdaran li ba xwe wek mêvan vexwendî bike û li gor tewrên mêvanpertiya Kurdan xwarin û vexwarina wan bidin û wekî din xizmeta wan bikin.
Li gor min, tiştê herî balkêş û ku Festîwalê jî wê şêntir û bihadartir bike, ev mêvanpertiya nişteciyên Miksê ye.
Zeynelabidin Zinar
Nivîskar/lêkolîner
[email protected]
Ev e bernameya Festîwalê li Jêrê ye:
Roja 1
FEQIYE TEYRAN KI YE? Zeynelabidin Zınar –İSVEÇ
FEQIYE TEYRAN u MÎR Kadrî Yildirim- DİYARBAKIR
FEKQIYE TEYRAN XWEZA u TEYR – Bejan Matur – İSTANBUL
Roj 2
Runiştina 1’é
FEQIYÊ TEYRAN û MELAYÊ CIZÎRÎ Tahsin İbrahim Doski IRAK
FEQIYE TEYRAN u FOLKLOR Hemid Kilicarslan -MARDİN
FEQIYE TEYRAN u EDEBİYAT Alaattin Karaca- VAN
FEQIYE TEYRAN u FELSEFEYA ROJAVAYÊ Abdulbasit Seyda –İSVEÇ
FEQIYE TEYRAN u SEN’ET Mehmet Çelik-İATANBUL
Runiştina 2’yé
FEQIYE TEYRAN u TESEWUF İhsan Süreyya Sırma- VİYANA
FEQIYE TEYRAN u ZANIST Fehim Işık -İSTANBUL
Dİ HELBESTA FEQIYE TEYRAN DE HEZA EDEBİ İsmet Habur –IRAK
JI BERE VE GOTINEN LI SER FEQIYE TEYRAN Halit Sadini-HAKKARİ
FEQIYE TEYRAN u XELK Muhsin Kızılkaya- İSTANBUL