Pêwîste xwendekar li gor berjewendiyên welêt tevbigerin
Duhî Mesrûr Barzanî serokê ajansa parastina asayîşa Kurdistanê pêşwazî li şandeyeke fedrasiyona xwendekarên kurd kir û di civînekê de rewşa Kurdistanê, rewşa xanidinê û rola xwendekaran di xebat û tekoşîna gelê kurd di dema borî û di dema nuha de minaqeşe kirin.
Di destpêka civînê de şandeya federasiyona qotabî û xwendekaraên kurd rola ajansa parastina emiyeta Kurdistabê di dabînkirina ewlekarî û aramiya herêma Kurdistanê de bilind nirxand û hêvî xwast ku ew aramî û îstîqrar herêma Kurdistanê mokimtir bibe daku derfetên pêşketinê di hemû waran de berfirehtir bibin.
Şandeya federasiyona xwendekaran terorkirina Serdeşt Osman careke din şermezar kiri û ew weke êrîşek bo ser rewşa arama herêma Kurdistanê wesif kir û dilgiraniya xwe jî li hember wê yekê nîşan da ku hindek aliyan ew bûyer ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî bikaranî.
Mesrûr Barzanî di axaftina xwe de behsa rewşa arama herêma Kurdistanê kir û got ku ew îstîqrar û aramiya herêma Kurdistanê keda ajansa parastina herêma Kurdistanê û aliyên din yên peywendîdar e. Barzanî got ku ajansa Parastinê ev yek bi wezîfeya xwe ya niştimanî zaniye.
Mesrûr Barzanî kar û çalakiyên federasiyona xwendekaran bilind nirxandin û got ku ev modela fedarasiyonê modelek gelek başe ku hemû xwendekar ji xwedî hizir û dîtinên cihê tê de cî girtine.
Serokê ajansa Parastinê daxaz ji xwendekaran kir ku giringiyeke zêde bidin xandinê û hişiyariya siyasî û got: Daxaza min ewe ku xwendekarên kurd pispor bibin. Xwediyê ra û baweriya xwe bin û li gor berjewendiyên welat hizir bikin û tevbigerin. Ew bi xwe biryara xwe bidin ûtu kes li şûna wan biryarê nede.