Polîtîk

Opozisyon: Heta biryarên Barzanî neyên cîbicîkirin em dest bi diyalogê nakin

Endamê politburoya Komela Îslamî ya Kurdistanê Ebdulsetar Mecîd di vê derbarê de ji AKnewsê re axivî û got: Heta niha biryarên ku serokê Kurdistanê li ser daxwaziya opozisyonu dayîn ji aliyê hukumetê ve nehatine cihbicihkirin.

Mecîd, diyar kir, heta niha, komiteya ku bo cîbicîkirina biryaran hatiye avakirin, tu kesên siyasî venegerandine ser karên wan û tawanbarên bûyerên 17-ê Sibatê yên Silêmaniyê radestî dadgehê nehatine kirin.

Mecîd, got ku heta biryara radestkirina tawanbarên bûyerên 17-ê Sibatê radestî dadgehê neyên kirin, ew amade nînin dîsa digel desthilatê dest bi diyalogê bikin.

Herweha endamê rêveberiya Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê Ebûbekir Elî, ji AKnewsê re got, em li benda cîbicîkirina biryarên serokê Kurdistanê ne.

Ji aliyekî din, sekreterê civata wezîran Mihemed Qeredaxî, ji AKnewsê re daxuyand û got, em dê 25-ê mehê li gel aliyên opozisyona kom bibin û daxwaziyên wan werbigirin û piştre jîcihbicihbikin.

Wek tê zanîn, serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, 29-ê Tebaxa îsal, 4 biryarên girîng dabû ku yek jê, radestkirina tawanbarên bûyerên 17-ê Sibatê yên bajarê Silêmaniyêne.

Back to top button