Newşêrwan Mistefa li ser şerefa serok Barzanî şîvxwarenek amade kir
Îro êvarê, Newşêrwan Mistefa serokê Tevgera Goranê li başarê Silêmaniyê li ser şerefa Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê û şandeya pê re, şîvxwarenek amade kir û piştî şîvxwarnê serok Barzanî û Newşêrwan Mistefa civiyan.
Feysel Debax sekreterê ofîsa ragehandina serokê Kurdistanê, di daxuyaniyekê de got: ”Îro êvarê serokê tevgera Goranê li bajarê Silêmaniyê şîvxwarneke ji bo serokê Kurdistanê û şandeya pê re amade kir.”
Debax got ku piştî şîvxwarinê Mesûd barzanî serokê Kurdistanê û Newşêrwan Mistefa serokê Tevgera Goranê li hev civiyan û di civînê de behsa rewşa siyasî bi giştî û pirosesa siyasiya Kurdistanê kir.
Miheme Tewfîq Rehîm berdefkê Tevgera Goranê li dor civîna serok Barzanî û Newşêrwan Mistefa di daxuyaniyekê de got ku bi minasebeta serdana Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê bo Bajarê Silêmaniyê, Tevgera Goranê şîvxwarenek bo Barzanî û şandeya pê re saz kir û piştî civînê serokê herêma Kurdistanê û serokê tevgera Goranî civiyan.
Weke tê zanîn Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê serdana bjarê Silêmaniyê, Xaneqîn û Kelarê kir û bi rêvebir û berpirsên îdarî û xelkê wan deveran re civiya.
Her di çarçoveyê serdana xwe de bo devera Germiyanê serok Barzanî serdana mezarê şehîdên enfalan kir û serdana gorê Cewher Namiq yekem serokê parlamentoya Kurdistanê kir.