Li Almanya civînek di navbera PDK û CDU de pêkhat

Şandek bilind yê Partiya Demokrata Kurdistanê li gel partiya desthilat ya Almanya CDU civînek pêkanî. Şanda PDK-ê ji endamê politburoyê Cafer Emînkî, endamê civata serokatiyê û berpirsên pêwendiyên derve Hêmîn Hewramî û ji çend berpirsên din pêkhatibû.

Di vê civînê de li ser xort kirna pêwendiyên di navbera herdu partiyan de hate sekinandin.  Hat diyarkirin ku,hêzkirina pêwendiyên herdu partiyan dibe sedemê pêwendiyek xort di navbera gelên Almanya û yên Kurdistanê de jî.

Di civînê de bi awayek fermî şanda PDK-ê CDU ji bo serdana Kurdistanê vexwandin. Herweha CDU ji bo pêşdebirina pêwendiyên di navbera herdu aliyan de bi hemû awayî amadebûna xwe ji bo alîkariyê diyar kir.

Nerîna min :