Cîhan
Operasyona Rojavayê Musil berdewame
Operasyona rojavayê Musilê berdewame operasyon ji bo pakijkirina DAÎŞê ji Rojavayê bajarê Muislê roja yekşembê destpêkiribû. Hêzên Iraqî 2 kilometreyî nêzikî balefirxaneya Musilê bibûn.Vê sibehê zû operasyonek nû ji bo destxistina balefirxaneyê despêkiriye. Şer bi dijwarî berdewam e. Li gora berpirsên leşkerî yên hêzên Iraqê dê demek nêzik ewê bighin balefirxaneya Musil.Di vê operasyonê de zêdeyî 500 leşkerên Amerikî li gel çekên giran amade dibin û operasyon di kontrola hêzên Amerikî de tê kirin.Di operasyonê de balefirên cengên Amerikî bi tundî Musil bombebaran dikin.