Serokwezîrê  Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şanda kongrêsa Amerîkî bi serokatiya Jeo Wilson û kesên li gel de kir.Di hevdîtinê de ku cîgirê Serokwezîr, Qubad Talebanî û hejmarek li berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî hazir bûn Wilson kêfxwaşiya xwe derheqê vê serdanê de anî ziman û pêşketinên herêma Kurdistanê û rola xelkê û hikûmetê û Pêşmergeyan di tekoşîna dijî Terorê û parastina hemû pêkhateyan de bilind nirxand û herwiha sersaxî li malbat û kesûkarên şehîdên dijî terorê re xwast û hêviya silametiyê ji bo birîndaran xwast.Di beşeke din yê gotinên xwe de hêviya bihêzkkirina peywendiyên di navber Hikûmeta Herêma Kurdisatnê û Amerîkayê de xwast û tekezî kir li ser berdewamiya alîkariyên welatê xwe ji bi Herêma Kurdistanê, piştre şanda mêvan çend pirsyar derheqê çaksaziya hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rûberûbûna kirîzên aborî û arîşeyên di navber Hewlêr û Bexdayê de arastye Serokwezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê  kirin.Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê  Kurdistanê, Nêçîrwan Barzanî jî spasiya xwe ji bo vê serdanê û berdewamîdana alîkariyên Amerîkayê ji bi Herêma Kurdistanê kir bi taybet jî di şerê dijî terorê de û babeta perwerdekirina Pêşmergeyan û panaberên ku hatine herêma Kurdistanê de. Wek din serokwezîr tekez jî kir bi sedema kirîza aborî bargiriyaniyek gelek zêde hatiye ser Herêma Kurdistnê, û Bexda jî alîkariyan nade Kurdistanê û hêvî xwast ku civaka Navnetewî alîkariyên zêdetir bidine Herêma Kurdistanê.Derheqê peywendiyên di navber Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de jî Nêçîrvan Barzanî amaje bi vê yekê kir ku ji aliyê leşkerî ve hemahengiyeke baş di naber her du aliyan de heye lê belê ji aliyên din de bi taybet jî di çareserkirina arîşeyên daliqandî ti pêşkeftinek çê nebûye.  

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: