Polîtîk

Hemû bingehê dewletbûnê li Başûrê Kurdistanê hene

Şilêr Ezîz:Herêma Kurdistanê hemû bingehên dewletbûnê de hene, lewma jî welatên cîhanê wek dewletekê kar ligel Herêma Kurdistanê dikin. Herwiha dibêje, divê careke din em hizra ketina bin destê Bexdayê nekin û hewlên xwe zêdetir bikin ji bo ragihandina serxwebûna Kurdistanê.Çavdêra siyasî û parlamentera berê ya Iraqê Şilêr Ezîz ji malpera KDP.info re ragihand: “Niha Herêma Kurdistanê hemû bingehên dewletbûnê tê de hene, lewma jî welatên cîhanê wek dewlet kar ligel Kurdistanê dikin û serok û serkirdeyên welatan serdana Hewlêrê dikin, da ku nêrîna Kurdistanê li ser şerê li dijî DAIŞê werbigirin.”Şiler EzîzŞilêr Ezîz wiha got: “Eger em di nav xwe de yekgirtî bin, emê karibin nêzîk serxwebûna xwe rabighînin û dê welat jî piştgiriya me bikin. Dema serokê welatan serdana Kurdistanê dikin, ji ber ku Kurdistan bûye cihê baweriya hemûyan.Ez 4 salan li Bexdayê bûm û ji me re derket ku ew ti demekê naxwazin îtîrafê bi mafê me bikin, lewma jî pêwîst e em hewlên xwe zêdetir bikin ji bo ragihandina serxwebûna Kurdistanê.”

Back to top button