
Serokê Emerîka Barak Obama got ku ew Koalisyona hêzên opozisyona Suriye wek nûnêrê gelên Suriye nas dikin.
Obama li gel kanala televizyona ABC hevpeyvînek kir û behsa rewşa Suriye jî taybetî kir. Obama da xuyakirin ku, ew opozisyona Suriye wek nûnerê meşru yê Suriye dibînin.Herweha Obama got ku, ev biryara me gavekî gelek girîng e.
Obama berdewambûna axavtina xwe de got: Em opozisyonê nas dikin ev yek jî berpirsiyariyekî dide li ser milê wan. Divê ew baş xwe bi rêxistin bêxin û divê ihtirama mafên kemnetewan û jinan jî bigrin.
Herweha Obama da xuyakirin ku ew arîkariya hinek hêzên opozisyonê yên çekdar ku tundiyê dikin nakin.
Obama got: Divê koalisyona opozisyonê bikaribe berpirsiyariya xwe pêkbîne.
Obam bi awayek vekirî got: hinek hêz dijê rejima Esed şer dikin.Lê ew tundiyê bi kar tînin û dijê Emerîkayê ne. Emê ferqekî mezin bêxin di nav van hêzan û hêzên din yên opozisyonê ve girêdayîn.
Pisporên siyasî vê daxuyaniya Obama girîng dinirxînin. Lê dibêjin ku ev nayê wê wateyê ku dê Emerîka çekan bide hêzên opozisyonê. Lê ev gavek gelek girîng e ji bo tenê hiştina Esed.