Cîhan

Gaz û neft li Kurdistanê

 

Di van demên dawîyê de li hin medyayên hin welatan behs tê kirin ku çiqas neft û gaz li Başûrê Kurdistanê heye.

Hatiye ragîhandin ku wargehga gaz û nefta herî mezin a dinyayê, li Başûrê Kurdistanê ye. Li gor wênekêşiya binerd û werbêjiya ku hatiye kirin, di binê axa Başûrê Kurdistanê de niha 50 milyar bermil neft û 5 trilyon jî m3 gaza xwezayî heye.

Li gor çewa ku hatiye ragîhandin, ev nakokî û gelşa ku di van rojan de ketiye navbera Başûrê Kurdistan û Hîkûmeta Îraqê jî, ji ber sedemên vê neft û gaza heyî ya li Kurdistanê ye, heta ku artişa herdu aliyan haha ye ku êrîşê hevûdu bikin.

Bêguman neft û gaz, îro ji bo dinyayê xasma jî bo Rojavayî çavkaniya herî sûdmend û pêdivî ye. Welatên ku xwediyê van çavkaniyên xwezayî ne jî, ji serî ve Ezerbêcan, Rûsya, Kazakistan, Turkmenistan, Erebistana Seûdî, Îran, Îraq û Başûrê Kurdistanê ne.

Hêj ji destpêka salên 1960î ve ye ku Şoreşa Neteweyê Kurd, ji bil Kerkûkê bûye asteng ku hikûmeta navendî ya Bexdadê neft û gaza Kurdistanê derxîne. Ji ber vê hindê ye ku kevneserokê giştî yê energî û BPê Tony Hayward  gotiye: “Başûrê Kurdistanê wargeha neft û gazê ya herî mezin a dinyayê ye ku hêj dest lê neketiye.”

 

Rojeva Kurd/Norweç

 

Back to top button