Polîtîk

Mafê kurdan jî heye xwe ji bo şer amade bike

Serokê dîwana serokatiya Kurdistanê Fuad Hisên di daxuyaniyekê de got ku, heta hêzên Dîcleyê neyên hilweşandin wê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ji cîhên xwe paşde wenekêşin.

Hisên eşkere kir ku, nûçeya wekêşandina hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê beriya hilweşandina hêzên Dîcleyê nûçeyeke neraste û tişta ku, xuya dike Malikî xwe bo şer amade kiriye, lewre mafê kurdan jî heye ku, amadekariyên xwe yên ji bo şer bike.

Hisên di daxuyaniya xwe de got jî ku, eger şer çi li Kerkûkê anjî çi li devereke din dest pê bike bêguman hinge dê şer gelek Deverên din jî bide berxwe û agirê wî şerî  jî gelek metirsîdar be lê bi ti awayî ev şer  nabe şerê navbera kurd û ereban.

Li gor KTV, serokê dîwana serokatiya Kurdistanê di dawiya axaftinên xwe de diyar kirye ku, xwedê neke şer dest pê bike, lê eger şer dest pê bike wê demê “baweriya me bi hêzên Pêşmerge heye û fermandarên  hêzên pêşmerge  jî ji serkeftina hêzên pêşmerge piştrastin.

Back to top button