Civak

Sersaxî ya Paşa Elaltunbay

Bi minasebeta koçkirina Kek Paşa Elaltunbay endame PM e, PDK-Bakur Komita herêma Almanya,a PDK-Bakur nameyek sersaxiye pêşkêşî malbata wî dike, ev jî texta wê ye

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

 

Malbata birêz ya xwedê jê razî kek Paşa Elaltunbay, silavên xwedê li we bin.

Mixabin nûçeya koçbarbûna endame partiya me û têkoşerê leheng xwedê jê razî kek Paşa Elaltunbay gihîşte me û em gelek xembar kirin. Bi vê minasebeta han em xemgînî û serxweşiya xwe pêşkêş we û tevahiya hevalan dikin û em hevparê xema we ne.

Xwedê jê razî, têkoşerekî jêhatî û nîştimanperwerekî dilsoz yê rêbaza Kurdayetî û xwedan hestên bilind yên netewî bû, lewre ji destdana xwedê jê razî wendakirinek gelek mezin e ji bo gelê Kurd, înşaelah cîhê ruhê wî bihuşt e.

PDK-Bakur Komita Herema Almanya

Back to top button