Nivîsar

Niha piştgiriyê bidin Erdoğan

Serokwezîr Erdoğan, li Rojhilata Navîn serdaneke gelek serkeftî pêk tînê lê qeyda bantên “hevdîtinên MİT-PKK’ê” kete rojevê.

Dema ku kuçeyên Eraban lêdan qesrên Eraban hilweşandin, Erdoğan ji bo pêşengiya kuçeyan leyîst û li rojhilatanavîn ji bo xwe projekê mezin bi dest xist.
Wek hemû polîtîqayan, kêmasî û başiyên wê polîtîqayê jî heye helbet.

Erdoğan, berpirsiyariya pêşengiya rojhilatanavîn hilda û ji ber Ewropayê hêzeke mezin bi dest xist lê pirsgirêkê hundir hê çareser nekeriyê, him jî ji ber tevgerên wî yên hişk- kuçe hez wan tevgaran bike jî- gelek dijminên wî çî çêdibin.
Abroriya zehm aliyê Erdoğan yê herî bi hêze; lê pirsgirêka Kurd jî aliyê wî yê herî zeîfe.

Heke Erdoğan îşê ku dest pê kiribû biqedanda û pirsgirêka Kurd çareser bikira, pêşengiya Tirkiyê û Erdoğan bi çimentoya demokrasiye yê zehm bibûya.
Kêmasiya wê niha dibe sedema gelek zaafên mezin.

Raste Erdoğan ev îşa çareser nekir, ji hewlên xwe encamek negirt lê “hevdîtinên MİT-PKK’ê” yê ku kete rojevê jî nîşan dide Erdoğan xwayê wîziyonê ‘pêşengegîkî mezin e’

Ez bawerim xeberdanên ku ketin malperên xebaran, ji aliyê ‘muxalefeta erzan’ ve yê bi zimanekî tund were rexnekirin.
Lê ya rastî ev axaftinan nîşan dide ku Erdoğan çepikên mezin heq dike.

Ji bo pêşengiya ku him ji bo xwe û welatê xwe girîngîya pirsgirêka Kurd fem kiriye û ji xwe pêşramanên nîjadî rizgar kiriyê û ji bo hevdîtinan nûner şandiye cem PKK’ê.

Di ser de jî ev nûnerana ji bo çareseriyê çarçoveya baraziyê gelek fireh girtine.
Erdoğan, hetta maf dayina şaredariyên perwerdehiyê bigrin serbest berdana Öcalan her tiştî datîne ser masê.

Kurmanc û Tirk gere bi tev hesaba van mizakerayan yên ku ji bo wan tiştên hebûn û tunebûnê dihesibînên, çawa hatiye xirab kirin bipirsin. Muzakeraya ku di nav van de perwerdahiya bi zimanê zikmakî, serbest berdana Öcalan, xweseritî, beşdariya PKK’ê ya siyasetê tê xeberdanê çawa sobete bû bipirsin.
Madem ev mijarana li ser masê bûn, em çawa ji ser vê masê rabûn me dîsa dest bi şer û tundê kir?

Mûsteşarê MİT’ê bi xwe mektuba ji Qendilê dibe li Îmraliyê, ji Îmraliyê dibe li Qendîlê ku ji hev bi bawer bin û aştî bi dest bikeve.
Di ser de jî ev hevdîtin par tê kirine.

Ez gelek meraq dikim, gelo haya sîyasetmedarên Kurd ji wan mijaran hebû an na.
Di muzakerayan de rê vekirî xuya dike, heke wisa be gelo çima em dîsa ketin rêya şer, ez vê fem nakim.
Di hevdîtinan de xitimandineke wisa xuya nake ku bi çekan û tundê were çareser kirin.
Pakê çima dîsa dengê çeka hat?
Çima mirov dimrin?

Ronakbirên Tirk û Kurd yên ku dibêjin ‘helbet tundê bibe, xêncî tundê tu rê tune’ gelo piştî dîtîna van xeberdana yê dîsa bêjin ‘xêncî tundê, tu rê tune’ û yê dîsa piştgiriyê bine bikaranîna tundê.

Mûsteşarê MİT’ê jî dibêje Serokwezîr Erdoğan dikeve bin rîskeke gelek mezin, gaveke gelek mezin û rêz girtî davêje.
Nijadperestên Tirk ji bo hesap pirsîna vê rîskê yê hewleke mezin bidin.
Lê di vê êrîşê de kî destekê bide wî?

Ez bawer nakim ku sîyaseta Kurd destekê bide Erdoğan ya ku dibêje ‘bila Apo serbest be, PKK beşdarî siyasete be’ ya ku dibêje ‘AKP li ber aştiyê sekiniye’ lê em van xeberdanan dibînîn ji hemû siyasetmedarên Tirk zêdetir piştgiriyê dide aştiyê.

Heke ji xwe destek bidana, yê siyaseteke ji bo dewamiya wan muzakereyan bimeşandana.
Ez bawer dikim û dixwazim ku aligirên AKP’ê yên ku tamareke nîjatperestî ser van e, gere heta dawiyê destekê bine Erdoğan û wî tenê nehêlin.
Çimkî aligirên AKPê peşengiya heremê gelek dixwazin. Ji bo vê jî gere bibinin rêya pêşengiyê li ser aştiyê derbas dibe. Ancax bi desteka wan, Erdoğan dikare li hember siyaseta PKK’ê ya tund, bi xebatên aştiyê bersiv bide.

Him ji bo Kurdan him jî ji bo Tirkan encama herî bi xêr ancax bi rêya mûzakerayan tê, bi dest xistin.
Ez kesên din nizanim lê, ji bo hewla wî ya gelek wêrek, ji bo wîzyona wî, bi heyranî ez wî selam dikim, piştgiriyê dime wî.
Ez wisa hêvî dikim ku tevî bertekan ji wê karî nezvire.
Bi şerê na bi aştiyê mohra pêşengiya xwe lêde û him ji bo Tirka him jî ji bo Kurda rêya veke.

Ahmet Altan

 

www.xeberenkurd.com

Back to top button