Polîtîk
Civîna MIT û PKK-ê li Kurdistanê çêbûye
Li gora nivîskarê rojnama Tarafê Kurtuluş Tayiz, hevdîtinên di nabvbera berpirsên MIT û berpirsên PKK-ê de çêbûyin ne li paytextê Norvecê li Oslo çêbûye.
Nivîskarê Tarafê dibêje: Min ji hinek çavkaniyên li Ewropa zanî ku ev civîna di nav MIT û PKK-ê de pêkhatî ne li Oslo,li Kurdistana Bşûr, li bajarê Selahattin civîna MIT û PKK-ê çêbûye.
Tayiz dibêje ku, ev yek ji aliyê hinek çavkaniyên “Bakurê Iraqê“ jî hate teyîd kirin.
Li gora nivîskara Tarafê Kurtuluş Tayiz , ev civîn di sala 2010-ê pêkhatiye. Lê roja civînê nizane. Lê dizanê ku ev civîn 6 demjimêra berdewam kiriye.