Civak
Perseya rehmetî Mehmûd Herkî
Piştî ku, duhî Endamê Desteya Serokatiya Partiya demokrata Kurdistanê û Birêveberê şaxê 19 ya PDK xwedê jê razî Heval Muhemed Herkî ji ber nexweşia dil koçbar bû, her duhî şev termê rehmetî ji Mesîfê re hate veguhastin û li Mesîfê jî ji aliyê Serok Barzanî û hijmareke din ji Rayedarên partiya demokrata Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin.
Îro jî danê sibê bi merasimeke girseyî termî rehmetî li Goristana Mesîfê hate veşartin û piştî merasima veşartinê jî bi beşdarî û amade bûna Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî û hijmareke din ji Rayedarên partiya demokrata Kurdistanê, hevalên rehmetî û hijmareke zêde ji welatiyan yekemîn roja perseya rehmetî li mesîfê birêve çû. (KTV)