Cîhan

Li Surî cardin kuştî û birîndar

Li Surî xwepêşandanên îro bi navê ´´îna ber bi pêş ve heta herrifîna rejîmê´´ hat sazkirin.

Li gor nûçeyeka kanala Televizyon a Alarabiya çalakvanên mafê mirovan li Sûriye ragihandine, ku îro dîsan xelkê Sûrîye li dijê rejima  Esed xwepêşandanên mezin pêkanîne  û wek caran  hêzên ewlehîyê jî bi tundî bersiva wan dane.
 
Li gora gahdariyan di van xwepêşandanên îro de kêmasî 19 kesan jiyana ji dest dane û gelek birîndar jî çêbûne.
Li bajarê Idlib,Hey Benş, Cebel Zawîye, Hey Elzeydanî, Mezaya ya li dora Şamê  û herwehaa li devera Heresta û çend deverên din jî îro xwepêşandan hatin sazkirin û hêzên ewlehîyê jî bi tundî bersiva wan dan û êrîşên çekdarî birin ser xwepêşandanan.
 
Li gora gahdariyan leşkerên Surî dest êrîşek berfireh li ser bajarê Humsê kiriye.
 
Ji alîyekî din ve opozisiyona Sûrîye ragihandiye, ku bo herifîna rejîmê bi awayekî fermî encûmeneka neteweyî ya bi navê ´´Encûmena Niştîmanîya Sûrîye´´ hatiye avakirin. Li gor ragihandina opozisiyonê di vê derbarê de, ev encumen ji 140 kesî pêktê.
 

Back to top button