
Serok Barzanî bi hatina Cejna Çileyê Havînê ya Kurdên Êzidî peyameke pîrozbahiyê belav kir, tê de hêvî kir ku hemû cejn û helkeftên xwe di aramî û tebayiyê de derbas bikin.
Serok Barzanî di peyama xwe de got, Bi helkefta Cejna Çileyê Havînê ya xwişk û birayên Êzidî, pîrozbahiyeke germ li Civata Ruhanî, oldar û hemû Êzidiyên Kurdistanê û cîhanê dikim.
Serok Mesûd Barzanî diyar kir, Hêvî dikim xwişk û birayên Êzidî hemû cejn û helkeftên xwe di aramî û tebayiyê de derbas bikin.
Di dawiya peyama xwe de Serok Mesûd Barzanî got, Cejna we pîroz be û bimînin di xêr û xweşiyê de.


