Polîtîk

Sîmînara “kurd û siyaseta derve ya DYA” pêkhat

Dezgeha Aras a Çap û Belavkirinê, duhî, di sîmînarekê de pirtûka “kurd û siyaseta derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA)” bi xwendevanên xwe da naskirin.

Pirtûk ji hêla lêkolera Yonanistanê Mariana Kharudaka hatiye nivîsandin û yekemîn çapa wê di sala 2009an de ji hêla Dezgeha Extra ya Brîtanyayê ve hatiye belavkirin û Mamkak ji ingilîzî wergêrandiye bo ser zimanê kurdî.

Di sîmînarê de ku li hola Dezgeha Aras li bajarê Hewlêrê hate sazkirin û hejmareke mezin a xwendevan, rewşenbîr û berpirsên hizbî û hikûmî amade bûn, destpêkê Birêveberê Dezgeha Arasê Bedran Ehmed Hebîb got:

“Ev pirtûk 85emîn pirtûke ku di heyama 8 mehên borî de ji hêla Dezgeha Aras ve hatiye çapkirin, di sala borî de me 153 pirtûk xistine nav pirtûkxaneya kurdî de, cihê şanaziyê ye ku ew pirtûka girîng ji hêla me ve daneya wê ya kurdî tê belavkirin.”Mariana Xarudaki

Mariana Kharudaka (29 sal), li paytexat Yonanistanê Athens kar dike û di vê derbarê de got, “Di pirtûkê de min fêde ji gelek jêderan kiriye û min gelek hevdîtin digel berpirsên kurd û DYAYê pêk anîne.”

Ji bal xwe ve, Berpirsê Têkiliyên Derve yên Partiya Demokrat a Kurdistanê Hêmin Hewramî got, “Ew mijar, mijareke kartêkere û wê yekê nîşan dide ku Herêma Kurdistanê tevî ku hikûmeteke wê ya serbixwe tune ye, lê kartêkirin û hevsengiya wê di asta têkiliyên navdewletî de heye.”

Her wiha rojnamevana Holandayê Eodat Naureng amaje bi girîngiya wê pirtûkê da, lê di wê baweriyê de bû ku çend pirsên girîng hene ku heta niha kurdan lêkolîn li ser nekirine ku mijarên gelek hestyarin wek têkiliya kurdan digel welatên Ewropayê.Hemn Hawrami

Naureng bal kişand ku piraniya xelkê Ewropayê zanyariyên wan li ser Herêma Kurdistanê tune ne û wek Iraqê temaşayî wê dikin û nizanin ku ew navçe cudaye ji Iraqê û gelek aram û ewlekar e.

Ji bal xwe ve, Wezîrê Perwerde yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî got, “Berê têkiliyê DYAyê digel kurdan di warê mirovatiyê de bûn, lê îro serkirdeyên bilind ên kurd wek desthilateke bihêz di siyaseta Iraq û Rojhilata Navîn de rolê wan heye.”

Li hember dîroknivîsê kurd Kemal Mezher got, “Divê her kurdekî li dinyayê wê pirtûkê bixwîne û hejmareke bêtir jê were çapkirin.”

Mariana Kharudaka di daxuyaniyekê ji AKnewsê re ragihand, “Di heyama 3 salan de min pirtûk nivîsand û bêtirî sal û nîvekê bi tenê min jêder didan hev.”

Derbarê yekemîn çapa pirtûka wê jî, Kharudaka got, “Di sala 2009an de li Brîtanyayê hate belavkirin û firotina wê gelek bû, ev pirtûk puxteya diktoraya min e ku bo Peymangeha Lêkolînên Erebî û Îslamî di zanîngeha Exeter de hatiye pêşkêşkirin.”

(AKnews)

Back to top button