Kultur

Hejmara îlonê ya Le Monde kurdî derket !

Hejmara Le Monde diplomatique kurdî ya îlonê bi naverokeke balkêş, bi mijarên li ser siyaset û çanda Kurdistan û cîhanê ve dagirtî derket û di firoşgehên çapameniyê de cîhê xwe girt.

Di vê hejmarê de redaksîyona kurdî cîh daye gotarên rojnamevan û nivîskar Birgit Cerha û Kurtuluş Tayiz. Birgit Cerha, di gotara xwe ya bi serenavê «Vegera dema bihurî» de analîzekê li ser rewşa nû a piştî hilbijartinên hezîranê dike û gav bi gav helwestên BDP û AKP yên li hember hev û derbarê pirsa kurdî de dike; siyaset çawa xetimiye, para hêz û partiyan çi ye, bi dayîna mînakên ji dema bihurî şirove dike. Nivîskarê rojnameya Tarafê Kurtuluş Tayiz jî di nivîsara xwe ya bi sernavê “Di bin sîya çekan de li aştîyê gerîn” de li dû pêvajoya hilbijartinê sedemên bilindbûna pêla şidetê, sîyaseta nû ya ewlekarîyê ya hikûmeta AKPê, helwesta BDPê û ya Ocalan dinirxîne.

Lê Monde diplomatique kurdî, di vê hejmarê de herweha cih dide dosyayeke fereh a li ser xizmetkarên malan. Li welatên cuda yên Asyayê û Ewrûpayê rewşa qerwaşên malan ji perspektîvên cuda û bi gotarên cuda ve di rûpelên vê mehê yê rojnameyê de cihên xwe digirin.

“Arşîva Bîra Kurdan” vê mehê cîh daye nîvîsa Christiane More ya ku di cotmeha 1998ê de bi sernivîsa “Lêgerîna kurdan ji bo strajîyeke nû” di le Monde diplomatique de hatiye weşandin. Pêvejoya heta qirkirina Helepçeyê mijara vê nivîsê ye. Kurtedîroka têkoşîna hêzên kurd li Iraqê û piştî hatina Xomeynî ya ser hikûmdarîyê, rewşa tevgera kurd li Îranê bi mînakên polîtîk û dîplomasîya girîft ku gav bi gav ber bi komkujîya kurdan ya bi çekên kîmyayî ve dibe û di kîjan merhaleyan de derbas bûye, tên ziman.

Di rûpela “Çand û Huner” de Salihê Kevirbirî pirtûka Mehmet Dîcle “Nara” û Kejo Bajar jî pirtûka ji nivîsên Osman Sebrî hatî berhevkirin a bi navê “Napolyon & Selahaddîn” ji bo xwendevanên LMD-kurdî dinirxînin. Vê mehê rûpelên rojnameyê bi wêneyên wênesazê  kurd Rêdî Seîd Toprak hatine xemilandin. Di rûpela dawî de li gel çend wêneyên dîrokî yên Kurdistanê nîvîsa Jan Bada ya bi sernavê “Çend dîmenên welatekî bextewar’ cîh digire.

Di hejmara vê mehê de hin nivîsên bijarte jî ev in:

    Xavier Monthéard, Li neynikan bifikirin..
    Akram Belkaid, Pîştî şoreşan arizîkirin.
    Tonny Wood, Li welatê sermîyadarîya reel
    Marcel Deteinne, Lêgerîna li polîteîzman
    Renaud Lambert, Kubayî bi vî awayî dijîn.
    Hernando Calvo Ospina, Berî pêncî salan, Tengava Berazan.
    André Bellon , Demokrasîya Taloqkirî.
    Gérard Mordillat, Pesindana zelûlîyê  ûhwd….

Back to top button