Dosya

Lêkolîn: Quling û gerdûna qulingan


 

Teyrê bi navê „quling“ ewna li gelek derdorên cîhanê dijîn. Ew teyra ji famîlyeya (binemala)

qulingan (Gruidae) e. Bes quling li Antartîka, li Madagaskar, li rêzgiravên Malaya, li

Zelandaya Nû û li Polinezya najîn û cinsê wan li van derdoran nîn in. Wekî din li her cihê

cîhanê mirov qulingan dibîne. Bi gelemperî quling di nav avzêlan de, li deşt û zozanan difirin

û digerin. Ewna bi mêş û moran, bi kurm û kêzikan, bi tov û giyayan jiyana xwe didomînin.

Nikulê wan dirêj û tûjik e. Gelek cinsên qulingan hene. Ji wana qasî 16 cins hatine tesbît

kirin. Ji van şanzdeh heban bes du cins li Emerîkaya bakur dijîn û xwecih in û koç nakin.

Cinsên din jî piraniya wan ji biharê heya payîzê li nîvkada (erdglor) bakur dijîn û zivistanê

koçî nîvkada başur dibin û zivistanê li wir derbas dikin. Di nav teyr û tû de emrê qulingan

gelek dirêj e. Ewna qasî 40-50 sal dijîn û hin caran jî, ji wana hinek heya 70 salî dijîn. Emre

qulingan wek emrê mirovan dirêj e. Lê çi mixabin hin cinsên qulingan jî, jimara wan roj bi roj

hindiktir dibe û cinsên wan li ber tunebûnê diçe.

Di nav cinsên qulingan de, ew cinsên li jêr hatin bi navkirin, ewna baş têne nasîn. Di nav yên

baş tên nasîn de, ya navê hemiyan hembêz dike, qulinga bi navê quling (G. grus) e. Qulingên

rehwan (Latînî bi navê anthropoides, bi zimanê Tirkî telli turna), qulinga behiştê an jî qulinga

şîn (T. paradisea), qulinga bi tac (B. pavonina), qulinga Amerîka an jî qulinga dikene

(G.americana), qulinga spî, an jî qulinga Sîbîryayê (G.leucogeranus), qulinga Awustralyayê

(G. rubicunda), qulinga Japonyayê an jî qulinga Mançurya (B.japonensis) ye.

Sê saliya xwe de quling dibin cot, tên cem hev û du û hêlîna xwe çêdikin. Dema qulingê nêr ji

ya mê hezbike, ew li ser pêşiya pêyên xwe dimeşe û dans dike. Qanatên xwe vedike û li hev û

du diêxe, sere xwe dileqîne û dixwaze xwe bi hevala xwe bide ecibandin û pejirandin.

 


Ji bo temamê lêkolînê belgeya PDF di pêvekêde ye.

Back to top button