Polîtîk

Salih fermana cîbicîkirina biryarên serok Barzanî da

Berhem Salih serokê hikûmeta Kurdistanê  ji bo cîbicîkirina çar biryarên serokê Kurdistanê yên di ware; xerckirina budceya partiyên opozisyon, radestkirina tohmetbarên bûyerên 17ê sibatê û pêkanîna komîteyekê jib o bidûvdaçûn û çareserkirina pirsa kesên ku ji ber nêrîna siyasî ji dezgehên resmî hatine dûrxistin, çend fermanên girîng dan.

Serokê hikûmetê di yek ji fermanên xwe de,  daxwazê ji wezareta darayî (finans) ya herêma Kurdistanê dike ku budceya partiyên dijbereyê bide.

Di fermaneke din a derbarê radestkirina tometbarên bûyerên 17ê sibata  borî û rojên piştî wê de tê diyarkirin ku nabe tu kes bêyî biryareke dadgehê bê destgîrkirin, pêwîste hemû kes û aliyên ku berpirs in ji radestkirina tohmetbaran,  piştî derçûna biryara girtina wan, di maweya 24 seatan de tohmetbar radestî dadgehê bikin.

Li gor vê fermanê, tohmetbar dikare ji xwe re parêzerek (advokat) dayne û kesûkarê xwe jî haydar bike û eger derfeta wê çendê nebû dadgeh dê jê re parêzerekî dayne û pêwîst e wezaret  û aliyên têkildar ev rênumayî bi cih bînin.

Di fermaneke din de Berhem Salih meseleya destgîrkirina teqekerên roja 17ê sibat û rojên piştî wê daye wezaretên têkildar.

Li gor fermaneke din, dê ji bo şopandina van biryaran û çareserkirina pirsa kesên ku ji ber sedemên siyasî û dijberebûna wan, ji yekîneyên îdarî hatine dûrxistin, komîsyonek bê pêkanîn.

Pêwîst e komîsyona ku bê pêkanîn piştî derçûna van fermanan, di maweya 30 rojan de dawî li kar û erka xwe bîne.

Wek tê zanîn maweyek berê ji aliyê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ve derbarê aloziya vê dawiyê ya li herêma Kurdistanê, bi taybetî li Silêmaniyê, 4 biryarên girîng hatibûn derxistin.
 Ji bo xandina wan çar biryaran lînka li jêr veke:

https://rojevakurd.com/niviskar/7234-Goran-hzeke-desthilatxaze-reformxaze.html

Back to top button