Elçî bawer dike ku wê Erdogan pirsa kurd çareser bike
Parlementerê Diyarbekirê û serokê KADEP-ê Şerefettin Elçî di hevdîtinek y li gel rojnemevan Fatih Altayli kir. Altayli îro ew hevdîtina li gel Elçî pêkanî di rojnama Haberturkê de belav kir.
Elçî çend tiştên balkêş dibê je.
Elçî di derbarê pirsa ku hevdîtina MIT û PKK-ê de dibêje: Hukumetê û Ocaln protokolek amade kirin. Lê Erdogan ev protocol îmze nekir. Sedema ku cardin PKK-ê dest çelakiyên çekdarî kir ev bû. PKK-ê ji bo ku Erdogan protocol îmze nekir dest şer kir. Herweha Elçî got ku, wî dizaniya dewlet protokolekî bi vî awayî îmze nake. Elçî ev yek ji PKK-ê re jî gotiye.
Elçî got: Hevalên BDP-ê jî dixwazin werin parlementoyê. Ez bawerdikim ku dê ji bo hatina parlementoyê biryarekî bidin.
Şerefettin Elçî got: Erdogan lîdereke xorte û bi gelekî hêz e. Pişgiriyek mezin ya xelkê li pişta wîye. Piştî Ataturk , Erdogan lîderê herî bi hêze. Erdogan karê mezin dike. Bixwaze dikare pirsa kurd çareser bike. Yanî Erdogan bije ezê vê pirsê çareser bikim dikare bike.