Divê kurd li himber planên dewletê û PKK -ê şiyar bin
Piştê hılbijartına meha pşperê, “agir “ ên ku gelê Kûrd girtîye navenda xwe, ji terefê dewleta Tirk, dewletên kolonyalist yên heremê û PKK ve hatîye bilindkirin, em vê yekê bi xemgînî dişopînın.
Ji meha Tebaxê vir de, hêzên leşkerîya Tirk, bi hinceta PKK ê, lı hember Dewleta Baûrê Kûrdistanê, êriên hewayî daye destpêkirin. Dı encama van bombebaranan de, bi dehan cih û war hatine valakirin û Dewleta Federe ya Kûrdistanê bi pirsgirekên nuh ve bi rû hatiye rûkirin.
Di heman dem de, bi hinceta PKK ê, bombebarankirina îyayê Qendîlê, armanca siyaseta dewleta Tirk û İranê yek bi yek derdixe holê.
Êrişên dewleta Tirk û İranê yên heman demî de navbera hêzên Kurdan de, êrên xwe bi xweyî armanc digre. Derketîye holê kû, her dû dewlet, dixwazin Dewleta Federe ya Kûrdistanê, di navbera xwe de bikin heremek Tampon.
Tirkîya çawa dixwazê heremek Tampon biafirîne, İran jî, dixwaze di navbera xwe û Surîyê de qorîdorek veke.
Ew hêzên ku Milletê Kurd di navbera xwe de parve kirine, dema di perçeyek Kurdistanê de derfetên bıdestxistina statûyek derkeve holê, nakokîyên dı navbera xwe de dicemidînin û li hember daxwazîyên Netewa Kûrd polîtîqayên hevbeş bikartînin.
Wek Peymana CENTO û Bexdayê, civînên ku, dı sala 1991 î de, ji wezîrên derve pêkhatî, di navbera İran, Tirkîya û Surîyê de hatibûn meşandin, ji van politîqeyan hinek in.
Disa di navbera Dewleta Tirk û Iraqê de, di 29. 03. 1946 an de, xwedîgiravî “Peymana Dostîyê û Ciranî ya êtirîn”, di konjoktora avabûna Komara Mahabad ya Kurd de, hatîye imze kirin. Di meha Sıbat a 1983 an de, dı navbera Tirkîyê û İraqê de, Peymana Hevkarîya Tixûb û Ewlekarîyê di 15.10.1984 an de, di navbera Tirkiye û İraqê de, “ Protokola Ewlekarîyê hatîye imzekirin. ( Bı gor vê pêymanê, dewletên pêywendîdar, bê destûrgirtin, dikarın heta 5 km, jı tixûb derbas bin û bikevin hûndir.)
Ev êriên kû li dij Kurdan tên meşandin, her çiqasî dem bi dem ji terefên İngilterê, Tirkîyê û İraqê ve tên bikaranîn bi gor Peymana Enqerê ya ku, di sala 1926 de hatiye îmzekirin be ji; eriên leşkerîyên, ku lı dij Başurê Kurdistanê hatıne bikaranin, di dema gûrkirina şerê İranê û İraqê de bi taybeti dema PDK, di tevahîya herema Kurdan de, de facto desthilatdar bû, bi hınceta PKK ê ve dihatin bikaranîn.
Di vî noqtayê de, ger PKK di idea xwe ya berpirsiyariya Kurdan de be, divê rewşa xwe, jı nu ve muhasebe bike. Jı xizmetkirina berjewendîyên dewletên kolonyalist dûr bisekine.
Heta nuha bi qasî 30 tevgerên leşkeri, di herema Kûrdistanê de hatine bikaranin çawa di meha Tebexê de 7 sivîlên Kurd hatibun qetilkirin, bı dehan sivîlên din ji hatine qetilkirin. Bi sedan gûndên Kurd, di encama êriên Tirkiyê û İranê de hatine valakirin.
Ji meha Sermawez a ( Kasım) 2007 an vir de, êriên Dewleta Tirkiyê, bi zêdekirin berdewamin. Hinceta tê xuyakirin PKK ye. Middetê Tezkereya, jı bo operasyonên Bakûrê İraqê, destur dide Hikumatê; di 17 meha Oktobrê de diqede. Heta ev rojê jiî Parlamentarên kokkûrd yên di Partîya AKê, CHPê û MHP ê de cîhgirtine, tu helwestek kurdî nşan nedan.
Êrişên ku, bi pesendkirina Kurdan, lı dij Kurdan hatine meşandin rewşekî fedîkirinê ye. Ji bo vî sedemê ye kû, Em bangê wan dikin , ew Kûrdên kû li ser navê “ serokên qenaatê” kapaxa xwe avêtine Meclîsa Tirkan û Parlamentarên kokkûrd ên din, ku bila berpirsîyarîya xwe bînin cîh.
Kevneserfermandarê Giştîyê Tirkîye Yaşar Büyükkanıt, piştê teqawitbûna xwe, ji Rojnamevan M. Ali Birand re, di Programa 32. Gün de weha axifî bu: “Bi van êrişan PKK nayê qedandin. Çawa tê gotin, DYA ji tû alikarî nedaye PKK ê.”
Di Dewleta Federe ya Kûrdistanê de, bilindbûna performansa demokrasîyê; wan dewletên ku, di nenaskirina mafên Kurdan yên netewî de israr dikın Tahran, Şam û Enqerê sıxletbûyî (tedirgin) dikin. Ji demokrasê re modelbûyîna Dewleta Baûrê Kûrdistnê, ji bo wan dewletan, bûye sedemên tirsê.
Jı bo van Sedeman, xebat dimeînin ku, Dewleta Federe ya Kûrdîstanê, jı bo hemî Kurdan nebe model. Ev hewildanan nafîle ne.
Lewra sedsala 21- an dê bibe sedsala Kurdan
Enqere, çawa mafê Kûrdan yên kolektif û netewî xistiye mijara Rapirsînên (ankêtên) bixweve girêdayî, wisa ji di bin qilifa “entegrasyonê” de, xewnê ilhaqkirina Dewleta Federe ya Kûrdistanê dibîne.
Tê zanîn, ku kevneserokkomarê Tirk Turgut Özal gotibû: “ bila federsyon jî li Tirkiyeyê di derbarê pirsa kurd de bête nîqaşkirin.” Bi referansgirtina vi helwesta Turgut Özal, hesabên kû Dewleta Kurdistanê ya Federe, bigrin nav tıxûbê Komara Tirkîyê, di çapemenîya Tirk de tên nîqaşkirin.
Bêguman, dewleta Iraq ê ya sala 1990 î û ya îroyîn ji hev cuda ye. Di salên 1990 î de, Partîya Baas û Sedam Huseyîn desthilatdar bû.. Di dema îroyîn de, dewletek Iraqê ya Federal heye. Kûrdistanek Federe mıjara gotinê ye. Ne mimkûne kû gelê Kûrd, bi sistemek ji xwe paşdetir ve hevgirtin saz bike.
Li bakurê Kûrdistanê, dema piranîya Kurdê dijîn û ji mafên perwerdeyîya zıkmakî wek mafêk bingehîn bêparbin û ne xwedî statûyek bin, ilhaqkirina dewleta federeya kurdistanê, ne mimkûn e, ku were pejirandin.
Bombebarankirina milletê kürd, nşan dide kû, hikumeta heyî, xwedi konsepta “neçareserî çareserî ye” ye û ruhê Împaratorîya Osmanî ya dagirker dişopîne.
Dewleta Tirk, peymana bi hıkumeta Iraqê re êkirî, dike sedem êriî herema Kurdistanêe dike. Ji istifadekirina pirsgirekên kurdan yên navxweyî, bi beşdarbuna DYA û İngiltereyê dı sala 1996 an de, bi KDP û YNK ê re “rêkeftina Enqerê” daye êkirin û di bin qilifê “Gruba Şopandina Aşitî yê” de, lı herema Kûrdistanê de baregehê leşkeri sazkirîye. Divê Tirkîye, ji dewleta Federe ya Kûrdistanê vekişe.
Divê hıkumeta Kûrd, DYA û İngiltere, ji bo vekişandina hêzên leşkerîya Tirk politîqayên hevbeş amade bikin. Divê dewleta Federal a İraqê, pêymanên ku di dema borî de bi dewleta Tirkî yê re imzekirî, betal bike.
Divê PKK , ji bo çalekîyên xwe yê çekdar, herema federe ya Kûrd wek baregehek bikarneyne, politîqayên xwe yên ku, jı hêzên mılletê kûrd xistine bın destên xwe re xizmet neke. Dev jı xızmeta berjewendîyên wan yên siyasî, leşkerî û aborî berde. Divê PKK, têkeve bin bandora hiqûqî ya Herema Federe ya Kûrdistanê. Tabîyê modela rêxistinên Kûrdistana İranê bibe. Ger van politîqayan napejirîne ji, divê herema baûrê Kûrdistanê biterikîne.
Pirsgirêka Kurd û Kurdistanê ya Netewî, bi ilhaqkirinên nû, nayên çareserkirin û milletê kürd, van politîqayan napejirîne. Mafê milletê kûrd yên çarenûsî, mafekî xwezayî ye û dev jê nayê berdan.
Lê Enqere, di destpêkê de, divê mafê Kûrdan yê netewî binase û astengîyên ku, li pş xwedistatubûna wan hatıne sazkirin, betal bike.
14.09.2011
Yaşar Karadogan: Rojnamevan û Nivîskarê Kûrd
Omer Ozmen: Nivîskar û Lêkolinegêrê Kûrd
Îbrahîm Guçlu: Nivîskar û Siyasetmedarê Kûrd