Nivîsar

Newrozê çave me li Qelha Hewlêr e..

Girîngiya meha Adarê di tevgera siyasî ya Kurd de baş tê zanîn. Bi kurtahî  Adar meha şîn û şahiya ye ji bo Kurdistanê. Barzaniyê nemir di vê mehê de hate dinyayê û di vê mehê de jî, ji nav me koç kir. Meha qirkirina miletekî û meha serkeftinê bi xwe ye jî. Helebçe û Newroz di vê mehê de ye. Yek ji wan qirkirina miletekî ya din jî sembola jiyanê. Lê wek her carî jiyan serdikeve û jiyan berdewam e.

Bûyerên ku 17-ê Sibata 2011-ê li Silêmanyî destpêkirîn heta wek îro jî di rojeva Kurdistana Başûr de ye. Destpêka van bûyeran tirsek mezin kir di dilê gelên Kurdistanê de. Ji ber ku leyiztikek gelek bi hêz li dijê destkeftiyên Kurdistanê di rojevê de bû.

Ji sala 1991-ê bi azadkirina Kurdistana Başûr heta wek îro belkî tu cara leyiztikek bi vî awayî xeter neketibû di rojeva Kurdistana Başûr de. Lê helwesta rasteqîn ya desthilatdariya Kurdistanê karî van leyiztikan pûç bike û ya herî girîng daxwazên gelê Kurdistanê yên rewa ji desthilatdariya Kurdistanê û armacên xirab ji hev hatin veqetandin. Ji aliyekî hewldanek peyda bû ku daxwaziyên xelkê pêk bînin û bersiva wan bidin ji aliyê din armancên destên xirab di nav kurdan de pûç kirin.

Desthilatdariya Kurdistanê rêya daxwaziyan bi awayek yasayî û bi karanina metodên demokratîk wek bingeh dît û li gora vê jî hemi bûyerên ku di rojeva xelkê de anîn parlementoyê û gengeşe kirin. Helwesta serokê herêma Kurdistanê bû nimûneyek ya demokratbûnê û cardin bû dersek ji bo wan hêzên ku destê xwe dirêjê têkdana Kurdistanê dikin.

Belê vê care Kurdan leyiztik xira kir. Lê dive bersiva daxwaziyên milet bête dayîn û bi awayek cidî li dijê gendelî û berokrasiya genî li Kurdistanê kar bête kirin û herweha ew diwarê ku di nav desthilatdariyê û gel de peyda bûyî bête hilweşandin da ku hertim guhê desthilatê li dengê gel be.

Dema tevlîhevî li Kurdistanê çêbû, di cih de erebên nijadperest leyiztika xwe kirin di rojevê de û li Kerkûk û derdora Kerkûkê erîş birin ser kurdan û xwestin kurdan bi hemi awayî ji Kerkûkê derêxin . Lê desthilatdariya Kurdistanê bi biryarek siyasî, pêşmergeyên Kurdistanê ji bo parastina Kerkûkê rêkirin deverê û jiyana hevwelatiyên kurd parastin.

Lê pirsa ku desthilatdariya Kurdistanê pêşmerge rêkirîn Kerkûkê û deverên din yê tixûbên Kurdistanê û Iraqê, ne tenê ji bo armanca demî ya parastina jiyana hevwelatiyên kurd de. Dixweyê  helwesta kurda ne tenê leyiztika dijminan xirab kir, lê bi manewreyek siyasî cig bi cih kirina madeya 140-ê  bi awayekî xwest bi kar bîne.

Her Newroz jiyanek nûye û ji bo kurdan jî dibe mizgîniya destkeftek nû. Newroza 2011-ê ji bi kurdan gelekî girînge.  Nevroza 2011-ê dikare bibe mîladek ji bo destkeftiyên armancên bingehîn yên kurdan.  Niha bê dengî çavên Kurda li 21-ê Adarê roja Newrozê ye.

Roja azadkirina Hewlêra paytextê Kurdistanê, serokê Kurdistanê peyamên gelek girîng dan miletê kurd û cîhanê. Gelo 21-ê Adarê li Qelha Hewlêr dê çi payemên siyasî ji bo miletê Kurd hebin?

Tê gotin ku “ Di her musîbetekî de xêrek heye“  bûyera 17 Sibatê li Silêmaniyê musîbetekbû. Gelo xira vê dikare bibe ragihandina hinek destkeftiyên dîrokî ?

17.Adar.2011
Dara Bilek

Back to top button