Barzanî pêşwazî li wezîrê derveyê Bulgaristanê kir
Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li birêz Nîkolay Miladînov Wezîrê Derveyê Bulgaristanê û şanda li gel kir.
Li hevdîtinê de, ku birêz Ehmed Berwarî Serokê Fermangeha Ewrupa li Wezareta Derveyê Iraqê amadebû, Wezîrê Derveyê Bulgaristanê xweşhaliya xwe bi serdana xwe ya Herêma Kurdistanê derbirî û ji bo roja karesata Helebçeyê hevsozî û hevxemiya xwe ji bo gelê Kurdistanê derbirî û ragihand ku divê ew tawana mezina ku rejîma berê dijî bi xelkê Helebçe encam da herdem li bîr bê û tekez jî li wê yekê kir ku gelê Bulgaristanê li sedsaliya nozdehan da heman karesat hatiye ser û li vî warî de her du gelê Kurdistan û Bulgaristanê dikarin li gel hevdû bihêne nîşandan.
Her wiha Wezîrê Derveyê Bulgaristanê sosretiya xwe beramber geşkirina Herêm û asayîş û aramiya wê derbirî û eve jî ragihand ku welatê wan biryar daye Konsolxaneya xwe li Herêmê veke û wekî pirekî pêwendî û berfirehkirina çalakiyên bazirganî û aborî û pêşkêş kirina karhêsaniya hatinçûna veberhênan û kompanyayên li navbera Herêm û welatê Bulgaristanê û behsa wan warê ku welatê Bulgaristanê dikare alîkariya Herêma Kurdistanê bike kirin bi taybetî li warên kehreba û çandin û xwendinê da.
Serok Barzanî ji bo hevsoziyê spasî Wezîrê Derveyê Bulgaristanê kir û ragihand ku roja 16/03 rojekî girînge li dîroka gelê Kurdistanê da, li wê rojê da û li sala 1988 da rejîma Be’es mezintirîn tawanê dijî bi gelê me encam da. Hinek dem li dîrokê da heye ku gelek tişt pê dihêne guhertin. Dibe ku wê demê wê rejîmê kuştina wan hemû xelkê bi serkeftinekî mezin danîbê, lê belê nedizanî ev roj dibê xala werçerxaneke li jiyana wê rejîmê ku wiha lê bê hêrs bihênê.
Qurbaniyên vî gelî raste bi beden mirine lê belê bi ruh her li gel mene.
Serok Barzanî eve jî xiste rû ku Herêma Kurdistanê dixwazê pêwendiyên xwe li gel Bulgaristanê geş bike û her wiha karhêsaniya Hikûmeta Herêmê jî ji bo vekirina Konsolxaneya vî welatî li Herêmê derbirî û ronahîkir ku Herêm dikarê li gelek ruyî ve sud li şarezayiya Bulgaristanê wergirê bi taybetî li wan warên ku hatine axaftin.