Netanyahu: Em ê bi Trump re nexşeyên Rojhilata Navîn ji nû ve xêz bikin

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu daxûyakirin ku, ew ê bi Serokê Amerîka Donald Trump re ji nû ve nexşeya Rojhilata Navîn xêz bikin.
Netanyahu beriya serdana xwe ya Washingtonê ya ji bo hevdîtina bi Serokê DYA’yê Trump re, li balafirgehê daxuyaniyên xwe dan.
Netanyahu diyar kir ku bi êrîşên xwe yên li dijî Hamas û Hîzbullahê rûyê Rojhilata Navîn guhertiye û destnîşan kir ku wan bi van biryaran nexşerê ji nû ve guhertiye.
Netanyahu got, “Lê ez bawer dikim ku bi karkirina ji nêz ve bi Serok Trump re, em dikarin nexşeyê hîn çêtir ji nû ve xêz bikin.”
Netanyahu diyar kir ku ew ê li Washingtonê bi Serokê Amerîkayê ra hevdîtineke girîng pêk bînin, “Peymana Îbrahîm” ya ku Trump di serdema yekem a wezîfeya xwe da “serkêşiya” kiribû bi bîr xist û wiha got: “Ji bo Îsraîl û Rojhilata Navîn encamên girîng derketin.”
Serokê DYA’yê Donald Trûmp ku berpirsyariya peymana agirbestê ya di 19’ê Çile de hatibû îmzekirin girt ser xwe, tê payîn ku roja Sêşemê li Qesra Spî mazûvaniya Netanyahu bike. Trump piştî ku ji bo cara duyemîn dest bi wezîfeyê kir, wê cara ewil bi serokekî biyanî ra bicive.
Serdana Netanyahu bo Amerîkayê di hefteya duyem a qonaxa yekem a agirbestê de tê, ku tê de 33 girtiyên Îsraîlî li beramberî 2000 girtiyên filistînî serbest tên berdan. Tê payîn ku qonaxa duyemîn serbestberdana girtiyên mayî û danûstandinên li ser bidawîkirina şer a mayîndetir be.
Netanyahu beriya çûna xwe li Balafirgeha Tel Avîvê axivî û got ku ew û Trump dê “serkeftina li dijî Hamasê, azadkirina hemû dîl û rehîneyan û mijûlbûna bi eksena terorê ya Îranê li Rojhilata Navîn” gotûbêj bikin.
Netanyahu diyar kir ku ew ê bibe serokê yekem ê biyanî ku ji dema destbikarbûna Trump ve bi Trump re hevdîtin dike û wiha pê de çû: “Ez difikirim ku ev yek şahidiya hêza hevpeymaniya Îsraîl-Amerîkî ye.”