Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî

Em pêşwazî li dengdana Civata Nûneran li ser guhertina yasaya budceya giştî ya federalî dikin û pîrozbahiyê li Civata Nûneran û hemû kesên ku di amadekirin û pesendkirina wê de beşdar bûne, dikin.
Spasiya me ya taybetî ji serokwezîr Mihemed Şîa el-Sudanî re, ku ji destpêkê ve dilsoz û welatparêz bi me re bû û ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe alîkariya me kir. Têkildarî bûdce, mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê ye. Em pîrozbahiyê li şanda danûstandinan û aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal dikin.
Ev gaveke hêvîdar e ku dê bi kêrî hemû Iraqê bê û Herêma Kurdistanê jî di nav de. Em hêvîdar in ku bibe destpêka çareserkirina pirsgirêkên din û mizgîniya çareseriya dawî ya pirsa mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê di zûtirîn dem de biçe. Em careke din tekez dikin ku ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan bi diyalog û jihevtêgihiştinê em ê hewl bidin.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
2025/2/3