PolîtîkRojev

Nêçîrvan Barzanî û Kazimî têkoşîna li dijî DAIŞê gotûbêj kirin

Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî tekez li ser wê yekê kirin ku hemahengiya tam di navbera Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Iraqê de hebe, bi taybetî li navçeyên ku valahiyeke ewlehiyê heye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî pêwendiyeke telefonî pêk anî.

Di peywendiyê de behsa zêdebûna êrîşên DAIŞêyên li dijî Pêşmerge û welatiyên sivîl yên vê dawiyê hat kirin. Kazimî jî tekez kir, ku ew piştevaniya hemû hewlên Pêşmerge di şerê li dijî terorê de dikin.

Mistefa Kazimî tekez kir, ku divê hemahengiya tam di navbera hêzên ewlekariya Iraqê û Pêşmerge de bê kirin, bi taybetî li navçeyên ku di navbera her du aliyan de valahiya ewlehiyê heye.

Kazimî amaje bi wê yekê jî kir, ku DAIŞ hem li ser Iraq û hem jî li ser tevahiya navçeyê metirsî ye û got,  divê komîteyên hevbeş ên hemahengiyê yên ku ji aliyê artêşa Iraqê û Pêşmerge ve hatine avakirin, bên aktîvkirin da ku bermahiyên terorê ji holê bên rakirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî herwiha eşkere kir ku hêzên ewlekarî yên Herêma Kurdistanê ji bo asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê ji bo her cure hevkarî û hemahengiyê li gel hêzên Iraqê amade ne.

Back to top button