Em çawa li êrişên vê dawîyê ên DAiŞ bo ser çeperên Pêşmerge temaşe bikin?
Ger Amerîka ji vekişandina hêzên xwe li Îraqê pûşman bû û nexwest ji Îraqê derkeve, ew dem egera zêde ewe kû Amerîka hêzên xwe li herêma Kurdistanê bi cih bike, ev Îran û alîgirên wê ditirsîne. Li hember vêna ev êriş weke hereşe liser Amerîka tên dîtin. Bi van êrişan di xwazin ji Amerîka re bêjin êdî Kurdistan jî ne ew girava arame ya kû hûn dixwazin an jî hizir dikin lewma bi tevayî ji Îraqê vekişin nemînin .
Sena Şefîq
Di dema çend heftîyan de êrişên DAIŞ bo ser çeperên pêşmerge û gundên Kurdan li deverên veqetayî yên dervey herêma Kurdistanê bala alîyên herêmî û cîhanî dikişîne. Di demek kin de çend êrişên xwînîn kû ejmarek pêşmerge û xelkê sivîlê Kurd bûn qurbanî hatin encam dan, alozî li van deveran zêde kir. Ev êrişên nû yên DAIŞ bo ser çeperên pêşmerge hem di alîyê Sîyasî hem jî di alîyê leşkerî û asayîşê de pêdivî bi şirovek berfireh heye.
Berî her tiştî xala balkêş divir de ewe kû çima di vê demê de ev êriş pêk hatin? Gelo ev encama amadekarîyên DAIŞ’e û rastî vê demê hatin an jî birastî destên tarî û armancên veşartî li pey vê bizava DAIŞ hene?
Çima bi taybet ev êriş liser gundewarên Kurdan û hêzên Pêşmerge tên kirin? Em dizanin ev deverên niha ev êriş lê tên encam dan ne tenê Kurd belkî Ereb û Turkmen jî hene lê çima liser gundên Ereban, an jî Turkmenan û li dijî Heşdî Şehbî û Artêşa Îraqê ev êriş çê nabin? Ev çekdarên DAIŞ li paş leşkerên Îraqê û baregehên Heşda Şehbî der dikevin û êrişî sengerên Pêşmerge dikin? Li tevayî cîhanê DAIŞ ber bi tûne bûnê diçe lê li dijî Kurdan çalak dibe?
Her kesê rewşa Îraqê şopan dibe dizane di hilbijartinên parlemanê Îraqê de kû 10ê çirîya pêşîn hatin bûn li darxistin Heşdî Şehbî û hêzên girêdayî Îranê şikestek mezin xwarin. Raste rast pey van hilbijartinan Ismail Qaanî serokê Feyleqa Quds ya pasdarên Îranê hat Îraqê û xwest encamê hilbijartinan biguherîne, herweha pêkanîna hikûmeta nû asteng bike, encamên vê destkarîya Îranê ragihandina fermîya encamên hilbijartinan nêzîkî dû mehan direng ma. Li alîyê din xwepîşandan li dijî hilbijartinan li Başûr û naverasta Îraqê çê bûn. Çima Îran di xwaze ragihandina hilbijartinan dereng bi mîne? Qezencê Îranê çîye eger pêkanîna hikûmetê dereng bikeve?
Em dizanin li gor li hevhatina Amerîka- Îraqê divê dawîya vê salê hêzên şerkerên Amerîka ji Îraqê bên vekişandin, ji ber vêna Îran dixwaze heya destpêka sala nû pêkanîna hikûmeta Îraqê paşda bide. Hesab ewe kû dema hêzên Amerîkî vekişin zemîne ji bo alîgirên Îranê xweş dibe ew dikarin çawa bi xwazin otorîta xwe liser hukumeta nûya Îraqê bi sepînin.
Li alîyê din em dizanin Sedema avabûna Heşdî Şehbî derketina DAIŞ bû, piştî girtina Musul ji hêla DAIŞ û zêdebûna metirsîyê liser tevayî Îraqê sala 2014 bi fetwaya Alî Sîstanî Heşdî Şehbî hat ava kirin. Lê piştî lawaz bûna DAIŞ li nav xelk û raya giştîya Îraqê de dijatîya li hember Heşdî Şehbî zêde bûn, wate bi lawazbûna DAIŞ zemînê mayîna Heşdî Şehbî jî nema, ji ber vê çendê cardin zêde bûna êrişên DAIŞ weke hewlek Heşdî Şehbî tê dîtin ji bona zemînê mayîna xwe dirêj bike.
Gelo çima li Kurdistan û bi taybet liser Kurdan ev êriş tên kirin? Çima li deverên dinî Îraqê ev êriş çê nabin? Çima DAIŞ tenê li dijî Kurdan aktîv bûye?
Ger Amerîka ji vekişandina hêzên xwe li Îraqê pûşman bû û nexwest ji Îraqê derkeve, ew dem egera zêde ewe kû Amerîka hêzên xwe li herêma Kurdistanê bi cih bike, ev Îran û alîgirên wê ditirsîne. Li hember vêna ev êriş weke hereşe liser Amerîka tên dîtin. Bi van êrişan di xwazin ji Amerîka re bêjin êdî Kurdistan jî ne ew girava arame ya kû hûn dixwazin an jî hizir dikin lewma bi tevayî ji Îraqê vekişin nemînin.
Gelo ev nêrîn ligel rastîya bûyerên liser erdê çê dibin çend li hev dikin? An jî ev şirove çend ji rastîyê nêzîke?
Dema mirov li van êrişên DAIŞ dinêre çend rastîyek di bîne;
1- Çekdarên DAIŞ li pişt çeperên Heşdî Şehbî tên êrişî gundên Kurdan û hêzên Pêşmerge dikin, lê tû çalakî li dijî Heşdî Şehbî encam nadin.
2- Heya niha DAIŞ êrişî tû gund û navçeyên şênîyên Ereb an jî Turkman ne kirine, herçende Piranî ev navçeyên şênîyên Ereb an jî Turkman weke ên Kurdan ne parastîne û hêsantir dikarin êrişî wsn bikin, lê ne kirinr. Ev jî li gor êrişên DAIŞ yên 2014 cûda tên dîtin raste rast Kurdan dikin armanc.
3- Ev deverên êriş lê çedibin ew deverin ên kû hêzên Pêşmerge û artêşa Îraqê bi hevre di parêzin.Lê hêzên Îraqê heya niha ne bûn armanc artêşa Îraqê neçû hawara pêşmerge.
4- Li gor zanîyarîyên ber dest çekdarên DAIŞ li pişt baregehên Heşda Şehbî û deverên şênîyên Ereban tên êrişî Pêşmerge dikin.
5- hevkarîyek rêkxistinî û locistî baş li pey van êrişan heye, kû nahê texmîn kirin tenê bi rêkxistinên veşartîyên DAIŞ ev îmkan bên desteber kirin. Belkî hêzên navxweyên Îraqî û herêmî li pey vana tên xûyan. Liser vê çendê Kesatîyê dîyarê Kurd û fermandarekî xwedî ezmûn di şerê DAIŞ de Hemê Hacî Mahmûd di bêje ; “ Van rojên çoyîn pêşmerge xwest êrişî DAIŞ bike, lê şeş helîkopter hatin DAIŞ li wir helgirtin birin” . Kek Heme van gotinan ji berxweve na bêje, û ev şahidîyek dîrokîye ji bona gelek rastîyên vî şerî.
Em li pencera Kurdistanê çawa li van Êrişan temaşe di kin?
Bêguman li nava Kurdan jî şirovên cûda cûda hene,
1- Berîya her tiştî ger em li gor ezmûna şerê DAIŞ ê ji sala 2014 heya niha binêrîn ev êriş şêweyek nûyê şerê partîzanîye lê bi rengek berfireh. Raste berîya niha jî çalakîyên DAIŞ yên dizî çê di bûn lê ji 2017 û virde bi vî awahî liser hev li dijî hêzên pêşmerge êriş çê ne bûne. Ji ber vê çendê li gor lojîkê şer ev şêwek nûyê şerê DAIŞ ‘ e li dijî hêzên pêşmerge û xelkê sivîlê Kurd.
2- Çalakîyên kû çê bûne ji nişkêve ( xafletî) ve çê bûne, ên kû şarezayî di şerde hebin dizanin rêgirtin li vî rengê çalakîyan pêtivî bi pilan û stratîjek serbazî teybet heye kû xuya bû hêzên pêşmerge zêde amade nebûn ji bo şerek bi vî rengî an jî çaverê ne dikirin ewqas êriş di demek kin de çê bibin. Lewra zîyanên pêşmerge û xelkê meyê sivîl zêde bûn.
3- Encama pevçûnên van çend rojan baş nîşan di din kû çalakîyên hewalgîrî û komkirina zanîyarîyan derbarê DAIŞ û van bizavên wanî dawîyê kêmin. Çi hêzên hevpeyman, çi hêzên pêşmerge agahîyên baş liser van çalakîyên DAIŞ ne bûne. Ev çend kêmanîyek ciddîye.
4- Amadekarîyên pêşmerge li çeperên pêşînên şer çi di warê sengergirtinê de çi warê teknîk û amûrên şerde lawazin, xemsarîyek mezin di vî warî de tê berçav, encama vê xemsarîyê ejmarek pêşmerge û xelkê meyê sivîl şehîd bûn.
5- Sexmeratî tevayî kêmasî û şaşîyên çê bûne desthilatdarên herêma Kurdistanê ketin bizavê ji bona çareser kirina vê rewşê. Di serîda Serokê Herêma Kurdistanê, Serok Mesûd Barzanî û Bavêl Talabanî her kes di alîyê xwede dest bi kar bûn û hêzên pêşmerge dest bi bizavên ciddî kirine ji bona sengerên şer xort bikin, û pêşmerge dest bi êrişê kirîye li dijî DAIŞ.
6- Divê em vê rastîyê jî li berçav wenda ne kin weke hercar hind hêzên kû xwe bi Kurd û Kurdistanî di hesibînin paralêlî van êrişên DAIŞ wana jî firsend dîtin li dijî hûkûmet û desthilata başûrê Kurdistanê dije propaganda dest pêkirin weke mirov bêje heval bendên DAIŞ’ in ketin reş kirina tevayî destkefyên Başûr. Evana di bin navê rexne û dostanî de vî tiştî dikin, lê mixabin tiştê ev dikin tenê reş kirin û dijminatîye, tû pêwendîya wê bi rexne û dostanîyê nîne. Ew bi her awahî di kevin xizmeta şerê teybet li dijî herêma Kurdistanê. Ne xasme ev tabûrên pêncan van rojan li soşîyal medîya gelekî xeraptir ji DAIŞ êrişî Herêma Kurdistanê dikin.
Li hember vê rewşê di vê çi werê kirin ?
1- Berîya her tiştî di vê em Kurd di warê derûnî ( saykolojî ) de ji şerek berdewam re amadebin. Herêma Kurdistanê di vê ji xefletê derkeve û hertim hêzên çekdarên Kurdistanê ji bona hemî egeran amade bin, Em dizanin Kurdistan di rewşek awarte de derbaz di be tû carî şer li Kurdistanê bi dawî ne bûye, em di rewşek şerî berdewam de di jîn, hergav egera êrişên ji nişkêva heye, rojek DAIŞ, roja din bi navek din hertim metirsîya şer liser me heye, ji ber vêna di vê nekevin xefletê, hem weke civak hem weke hêzên çekdar di vê bi şev bi roj em çav vekirî bin, em ne razên, di vê em bizanin herdema em ketin xefletê emê bi mirin, emê bên kuştin, ev rastîya meye divê civaka me liser vê saykolojîyê bê perwerde kirin, bê amade kirin. Ev kêmasî di mede heye.
2- Divê bi hevkarîya hêzên hevpeyman sengerên hêzên pêşmerge bên xort kirin, sinûrên Herêma Kurdistanê hem ji hêla çepergirtinê hem jî ji hêla teknîkî û çavdêrîyê bên temam kirin.
3- Giringe hevkarî û hevahengî bi hikûmeta Federala Îraqê re hebît lê divê Herêma Kurdistanê ji hêla tedbîrên leşkerî pişt bi xwe girê bi de li benda Îraqê ne mîne, çûnkî Îraq nikare tedbîrên xwe bistîne, rewşa tenahîya Îraqê gelek xerabe, di serî de Bexdaya paytext gelekî aloz û ne arame, lewra Bexda bi xwaze jî nikare tû hevkatîyê bi de Kurdistanê.
4- Xala herî giring ewe hêzên Kurdî di serîde hêzên beşdar li hikûmeta Herêma Kurdistanê tevayî nakokî û neyarîyan bavêjin alîyekî û liser stratîjek leşkerî – tenahî xort li hev bikin, hêvîyek xort bi din civak û hêzên leşkerî kû ew dikarin Kurdistanê bi parêzin.
5- Hevahengî û hevkarîya nav dewletî ji bona Kurdan giringe, di serîde hevkarîya bi hêzên hevpeyman re bê pêşxistin û liser stratîjek nû ji bona rû bi rû bûna DAIŞ bê pêşxistin, hêzên hevpeyman piştevanîyek temam bidin hêzên pêşmerge.
6- Leşkerê Kurdistan bilez kêmasîyên fermandehî, rêkxistinî û teknîkî rake, xwe ji bona vî şerî amade bike, nexasme di warê fermandehî, meşandin û bizava pêşmerge de her fermandekî xemsarî û kêmasî bi ke divê bilez werê ji kar dûrxistin fermandên nû bên danîn.
7- Medîa û ragehandina Kurdî gelekî tevlîhev û dûre ji rastîya şer, piranî car medîya Kurdî dikeve xizmeta dijminan, çi dibe bila bibe divê dawîya vê tevlî hevîyê bê anîn, wezareta rewşenbîrî û ragehandinê rêsa û pirensîpên ragehandinê dîyar bike, rê nede tû çalakîyek medîyayî kû zîyanê di gehîne moralê giştî û rewşa derûnîya civakê xera di ke.
07.12.2021