PolîtîkRojev

Serok Nêçîrvan Barzanî û Elhelbûsî proseya siyasî nirxandin

Serok Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Elhelbûsî Serokê Hevpeymaniya Teqedum, tekez li ser rol û amadehî û pêgeha her du pêkhatên Kurd û Sunne ya li proseya siyasiya Iraqê da wekî du hevbeşê serekî li gel pêkhateya Şîe û pêkhatên din da, her wiha li girîngiya alîkarî û hevdû têgihîştina hevbeşî ya di navbera hêz û aliyên Iraqiyan kirin ji bo hengav avêtina di derbarê proseya siyasî da û damezrandina hikûmetek ku komkerê alî û pêkhatên Iraqiyan û bersîvderê xwest û daxwazên welatiyan bê li dabînkirina aramî û xizmetguzarî û jiyaneke baştir.

Li hevdîtina birêzan Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Mihemed Elhelbûsî Serokê Hevpeymaniya Teqedum da ku nîvroya îro sêşem 07.12.2021 li Hewlêrê birêve çû, her wiha behsa pêşhatên dawî ya şerê terorê û êrîşên vê dawiyê ya Da’îş kirin bi taybetî li navçeyên valahiya emnî li navbera Artêşa Iraq û Pêşmerge da ku li encamê da hejmarek şehîd li rêzên artêş û Pêşmerge û welatiyan da pêkhat.

Her du alî tekez li ser girîngî û pêwîstiya çalakkirina zêdetir û leziya mekanîzma hemahengiya di navbera artêş û Pêşmerge kirin ji bo rûbirûbûna terorîstan û têkşikandina wan, her wiha rasterêbûna proseya siyasî û aramiya siyasiya li welat, bi pêwîstiyeke li pêşîneya serkeftina li şerê dijî terorê dane zanîn.

Serokatiya Herêma Kurdistan – Iraq

Back to top button