Fermandeyê hêzên Pêşmerge li Şingalê çend zanyarî û tevgera PKKê ji bo BasNewsê aşkera kir û ragehand: PKK, vê heftiyê karwanekî din ê kesûkarê çekdarên DAIŞê tîne nêzîkî Şingalê û armanca wê ew e rewabûnê ji bo mayîna xwe ya li navçeyê tekuz bike.
Fermandarê hêzên Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo ji BasNewsê re ragehand: Biryare çend rojên pêş de karwaneke din ê malbatên DAIŞiyan ji kampa Hol ve vegerin bo Iraqê û berê bi du karwanên 500 malbatî vegeranbidûn Iraqê. Ev yek beşekî wê peyvendiya wê bi planên PKKê ve heye, ku dixwaze bin ve bin ve DAIŞê bîne navçeyê û pirsgirêkê ji bo Şingalê çêke û rewabûnê ji bo mana xwe ya li Şingalê bidest bixe ku xwedê girawî DAIŞ heye. Grubên terorîstî yên DAIŞê dijî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê jî dest bi tevgerê kirine, vegera malbatên DAIŞê bandorê li ser bihêzbûna DAIŞê û têkçûna rewşa ewlehiya Iraqê û Herêma Kurdistanê dike.’’
Qasim Şeşo got: ‘’Hîn nediyare hejmara wan malbatên vegerin çende, lê 30 hezar kesûkarên DAIŞiyên Iraqê li kampa Hol niştecîh in û bi sedan kes ji wan geheştine temenên ciwaniyê û pêwendiya wan bi çekdarên DAIŞê ve heye, qasê em dizanin fişara Qendîlê li ser rojava heye, ji bo cîhbicîh kirina wê planê û bin ve bin ve rêkeftinekî xirab vê derbarê de heye.’’
Herwaha got, vegerandina kesûkarên DAIŞiyan metirsî li ser Herêma Kurdistanê jî heye, ji ber hemû ew malbatane li kampa Cedie ya başûrê Mûsilê tên niştecîh kirin, bi taybet jî li navçeya Herdan dibin.