PolîtîkRojev

Asayîşa Qamişlo Ofîsa Rûdawê ya li Rojavayê Kurdistanê girt

1 demjimêr berê

Asayîşa Qamişlo Ofîsa Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê girt û 5 karmendên Rûdawê desteser kir.

Hêzeke asayîşa Qamişloyê bi ser ofîsa serekî ya Tora Medyayî ya Rûdawê ya Qamişlo de girt û asayîşê rêveberê ofîsê û 5 karmendên Rûdawê ku wê demê li ofîsê bûn, desteser kirin û ofisê girtin.

Peyamnêra Rûdawê Viviyan Fetah ragihand, Rêveberê Ofîsa Kamişloyê yê Rûdawê Ferhad Sabdî, berpirsê pêwendiyên ofîsê Huseyîn Osman, peyamnêr Barzan Ferman, hunermend Sefkan Orkêş, pêşkêşvan Nîdal Resûl û kameraman Ehmed Ecmo ku di dema serdegirtinê de li ofîsê bûn hatin desteserkirin.

Heta niha çarenivîsa tîma desteserkirî ya Tora Medyayî ya Rûdawê ne diyar e.

Back to top button