Vîdeo

Nêçîrvan Barzanî rewş zelal kir (Vîdeo)

Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê, vê êvarê di preskonferensekê de helwestê PDK li ser bûyera doh a Silêmaniyê zelal kir û bersiva pirsên rojnamevanan da. Kurtiya axavtin û bersivên Nêçîrvan Barzanî bi vî awayî li jêr bû:

– Me pêşwext zaniyarî hebûn ku li pişt xwenîşandanê destekê têkder heye û dê êrîşî baregayê Liqa 4 a Partiya me bê kirin. Me li ser vê yekê îdareya Silêmaniyê û hêzên asayîşê agadar kirin daku baregayên Partiyê li Silêmaniyê biparêzin. Lê mixabin hêzên emnî li hember parastina baregayê Partî li Silîmaniyê xemsarî kiriye. Piştî xwenîşandanê girûpeke têkder bi kevir, dar û bi çek êrîş birin ser baregayê liqa 4 ya PDK li Silêmaniyê û di encam de yek kese hat kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn. Me daxaz ji hikûmeta herêma Kurdistanê kiriye ku li dor bûyera doh a Silêmaniyê lêpirsînê bikin û tawanbaran eşkere bikin. Her kes û aliyê li pişt wê bûyerê be divê li gor yasayê bên mehkeme kirin.

– Li Hewlêr û Soranê hindeke gêncan êrîşî baregayên Tevgera Goran kirine, van bûyeran em gelek êşandin û em wan êrîşan jî şermezar dikin. Ew êrîş ne xwesteka Patiyê bûn û wan êrîşam gelek zirar gihande Patiyê jî. Ew komîteya lêpirsînê ya ku ji aliyê hikûmetê ve tê pêkanîn divê lêkolînê li ser van bûyeran jî bike.

– Tê gotin ku me hêzên çekdar bo Silêmaniyê şandine. Me tu hêzên çekdar yên Partiyê ji bo bajarê Silêmaniyê ne şandine. Li ser daxaza serokê hikûmetê û wezîrê navxwe hindek hêzên hikûmetê, ji bo parastian emniyeta bajêr û ser û malê hevwelatiyan, ber bi Silêmaniyê bi rê ketine. Me bawerî bi diyalogê heye. Em dixazin hemû pirsgirêg bi rêya diyalogê bên çareser kirin.

– Li bajarê Silêmaniyê xedir li me, li partiya me hatiye kirin. Em daxaz ji xelkê serbilindê bajarê Silêmaniyê dikin ku baregayên me biparêzin û alîkariya me bikin. li sernterê bajarê Silêmaniyê zolim li Partiyê hatiye kirin. Di vê xelkê xweşewîstê bajarê Silêmaniyê vê yekê qebûl nekin û emniyeta bajarê xwe bi parêzin. Bûyerên bi vî awayî ziyanên mezin digihînin xelkê bajêr. Ji sedemê van bûyeran karker, kasibkar û karsazên bajêr zerermendên yekemîn in.

– Em gelek gelek dilgiranin ku ji sedemê wê bûyerê şehîd û birîndar ketin. Em ji dil û can daxaza şîfayê bo birîdara dikin û amdene ji bo çareseriyê, çi li navxwe û çi jî li dervey welat, alîkariya malbatên birîndaran bikin. Em sersaxiyên xwe pêşkeşî nalbatê kesê şehîd dikin û ji bo her alîkariyekê em amadene.

– Em tu hêz û aliyên siyasî gunehbar nakin. Em dê li benda encamên lêkolînê bin. Lê divê her kes bizane ku ew grûpa şerxwaz û têkder  dixaze ftneyê û diberekiyê bêxe nav aliyên kurdî. Ev benameyeke kar jê re hatiye kirin û wacibê hemû aliyên siyasî û hevwelatiyan e ku pêşiyê li kiriyarên wê grûpa têkder bigirin.

– Li vir piresek heye, gelo çima êrîşî ser baregayê Partiyê kiri? Baregayê PDK li Silmaniyê baregayekê siyasî û manawî ye. Baregayê Partî ne berpirse ji nebûna karebê û nebûna pirojeyên xizmetgozariyê li Silêmaniyê. Lî diyare pilaneke pêşwex madekirî bû li dijî Pariyê. Bi şidetê tu pirsgirêk çareser nabin. Divê hemû aliyên siyasî bicivin û hemû pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikin. Em wekePartî amedene bi hemû aliyan re bicivin, jiber ku ne bawerî bi diyalogê heye.

 

Ji bo vîdeo:

Back to top button