Nûneratiya hikûmetê li Londonê nehatiye dagîr kirin

Hindek kanalên mediyayê nûçeyek weşandiye ku ofîsa nûneratiya hikûmeta herêma Kurdistanê ya li Londonê ji aliyê çend kesên xwenîşander ve hatiye dagîr kirin. Bi rastî ev nûçeye gelek ji rastiyê dûre û bi tu awayî ofîsa nûneratiya hikûmetê nehatiye dagîr kirin û tu kes nehatiye nav wê de.

Weke hemû rojên normal, îro jî nûneratiya hikûmeta herêma Kurdistanê li Berîtaniyayê xizmeta revenda kurd kiriye. Di heman demê de xwenîşandaneke aştiyane li pêş nûneratiya hikûmeta herêma Kurdistanê li Londonê hebû.

Em hêvîdar in ku hemû aliyek beriya ku nûçeyên xwe biweşînin bila li rastî û çavkaniya nûçeyê vekol in.

Nûneratiya hikûmeta herêma Kurdistanê
Berîtaniya 18.02.2011

Nerîna min :