19'ê Reşemî
19’ê Reşemî
Di sala 2008’an û di rojekî wekê îroyê de Serok Dewletê Kubayê Fîdel Castro dev ji peywirdariya xwe berda.
Şoreşgerê Marksist Fidel Castro, di sala 1926’an de li bajarê Mayarîê ji dayîk bû.
Ew bi tevî Che, li dijî rêveberiya dîktator Batîsta, tevlî têkoşîna Rizgariya Kûbayê bû. Bi salan di nava şerê gerîlla de cîh girt. Piştî rizgarbûna destpê serok dewletiyê kir û heta meha 19’ê reşemi ya sala 2008’an li ser erkê xwe ma.
Fîdel Castro di 31’ê Tîrmaha sala 2006’an de ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristî peywirdariyê xwe ji bo demekî kin ji Alîkarê Serok û brayê xwe Raul Castroyê re berda.
Di 19’ê Reşemi ya sala 2008’an de jî bi daxuyaniyekî ve erka herî bilind a Kubayê, Serokê Konseya Dewleta Kubayê berda.
Piştî devjê berdana peywirdariyê xwe pirtûkek bi navê Ramanên Rêheval Fîdel nivîsand û bi vê pirtûka xwe li ser bûyerên girîng yên rojevê nirxandiye.
Berhemên wî:
-Fîdel dibêje ku Vamos Bien em baş diçin
-Emê Sosyalîzmê ava bikin
-Şerê Angolayê û Doza Ochoa
-Kesê ku ji bo şoreşê şer neke ew ne Komînîste
-Fîdel Castro û Îgnacio Ramonet