Netanyahu: Bila kesek hêzbûna me neceribîne
Serokwezîrê Israil Binyamin Netanyahu, Di civîna serok û berpirsên rêxistinên cihûyan yên di Amerîka mezin de amade bû.Netanyahu di vê civîna ku ji bo Cihûyan girng de axavtinek kir. Netanyahu di axavtina xwe de behsa rewşa Rojhilata Navîn, Misrê û tehdîtên ku Hizbullah a Libnanî li Israil dike kir.
Serokwezîrê Israîl di axavtina xwe de got: Bila kesek hêzbûna Israîlê neceribîne. Nasrallah gotiyê emê herêma Celileyê bêxin di bin destê xwe de. Ez bersivekî gelek zelal didim.Tucara tehdîtên Nasrallah pêknayên. Em dixwazin li gel hemî cîranên xwe di nav aşitiyê de bijîn.Lê leşkerê me jî bi hemî awayî amadeye ku parastina welatê xwe bike.
Netanyahu berdewambûna axavtina xwe de got: Ti kes nizanê dê di pêşerojê de li Misrê çi bibe. Yên li washington jî yên li Îranê jî nizanin. Nivîskarên New York Times jî nizanin. Em dixwazin Misrek demokratîk û li gel cîranên xwe bi aşitiyê de bê çêbibe. Lê yên li Îranê Misrek di qernê 9-ê de dixwazin ew Misra di qernê 21-ê de naxwazin.