Polîtîk

Koşaner serdana leşkerên girtî kir

Serfermandarê Hêzên Çêkdarê Tirkiye Işik Koşaner û fermandarê hêzê deryayî , fermandarê hêzên erdî û yê ezmanî  serdana  general û efserên ku li girtîgehê kirin. Wek tê zanîn di çerçova doza Balyozê de, 102 general û leşkerên ku hêj li ser karê xwebûn ji aliyê dadgehek sivîl ve biryara girtina wan hat dayîn û ew niha di girtîgehê de ne.

Serfermandar Işik Koşaner û fermandarên din yên hêzên çekdar li Stanbulê çûn girtîgeha Hasdala a Leşkerî serdana general û efserên girtî  kirin. Piştî vê serdanê tu daxuyanî nehatine dayîn, Malbatên general û efserên girtî  piştî biryara girtinê gazind dikiran ku kesek li girtiyan xwedî dernakeve.

Hêjî sedemê vê serdana girtîgehê nayê zanîn, lê li gora hinek nûçeyan serfermandar di  vê derbarê de agahî daye serokwezîr û bi awayekî izna wî girtiye. Ji xwe eger ne welê be, dê rojên pêşiya me de ev yek bête zanîn.Ev jî cara yekem e ku leşker gazindê dikin ku xedir li wan hatiye kirin û ew bê xwedîne. Ji ber ku her time w bi xwe xwediyê hertiştekî bûn.

Back to top button