Polîtîk

Erdogan li Şivan xwedî derket

Li Enqere civîna serokên Ak Partiyê yê bajaran hebû. Serokwezîrê Tirkiye Tayîb Erdogan di vê civînê de axavtinek kir û behsa hinek tiştên balkêş kirin. Ev beşek ji axavtina Erdogan de.

-Hinek kes dixwazin bidin nîşandan ku li Tirkiye împaratoriyek ya tirsê heye. Dixwazin bidin nîşandan ku li Tirkiye maf,azadî û demokrasî di bin tehdîdêde ye. Di rastiyê de ev ditirsin ji ber ku berika di bin lêngê wan de tê kişandin.

-Di dema menderes de, ji berî sala 1960-ê jî ev senaryo anîn rojevê û CHP-ê xelk daxistin kolanan û zemînek ji înqilaba leşkerî re amade kir. Bila biçek din zeman derbas bibe di destê me de gelek belge hene,ezê hemiyan yek bi yek eşkere bikim.

-Hinek gotin hene ne yê îrone. Ev gelek kevnin wek, “Dîktatoriya Sivîl“ “Faşizma Veşartî“ ev gotinên salên ji berî 1960-ê ne. CHP li ser tirsê siyasetê dike. Kesên ku ji bo demokrasiyê tekoşînê nadin hêviya xwe gotinên ji derê demokrasiyê ve girêdidin. Niha 4 meh ji hilbijartinan re mane.Ew kolana û çiyan nîşa xelkê dikin.Ez ji BDP-ê dipirsim, tişta di derbarê Orhan Miroglu de hat kirin çiye?Ji bo ODA TV diqêrin, ji bo çi li ser bûyera Mehmet Metîner deng ji wan derneket?

-Tiştên li himber Şivan Perwer tên kirin çiye? Şivan tenê ji bo mirovatiyê distirîne. Şivan bangê axa xwe, dostên xwe û welatê xwe dike. Tişta li dijê Şivan tê kirin ne tenê ewe ku dixwazin dengê kurdan bibirin ew dixwazin dengê mirovatiyê jî bibirin.

-Herweha Erdogan di axavtina  xwe de da kifşkirin ku, PKK di herêmê de li gel dewleta kûr û çeteyan hevkariyê dike pêwendiyên wan hene.

Back to top button