Polîtîk

PDK û YNK: Em nahêlin leyîztikên qirêj serbikevin


Daxuyaniya hevbeş ya PDK û YNK

Cemawerê xweştivîyê Kurdistanê,

Roja 17/02/2011 çend anarşîstan li bajarê Silêmanîyê, ji bo nexweşkirina rewşa herêma Kurdistanê û diristkirina rewşeka xeter, ku bandora wê di biwarê civakî û aştîya civakî de hebe û ji bo weha jî bihê nîşandan, ku aborî û bazara herêma Kurdistanê di xeterê de ne da ku tirs di nav bazirganan û investkaran de çê bibe û di biwarê siyasî jî de nebûna akincîbûnê nîşanî welatên biyanî bidin, li gora planeka ku berê hatibû danîn êrîşî baregeha liqa çarema PDK kirin.

Mebesta wan jî ew bû, baregehê bêrêz bikin û bişewitînin û mixabin, ku di encama vê êrîşa evan anarşîstan de, çend kes di nav baregeha liqa çarema PDK de hatin kujtin û hinek jî birîndar bûn.

Di wê çarçêweyê de ya ku em tê de xemgînîya xwe didin nîşandan û ji bo parastina ser û malên hevwelatîyan û akincîkirina ewledarîyê pîkolan dikin. Em daxwazê ji xelkên herêma Kurdistanê dikin, ku lêkolînek hûr û bi cih di derbarê vê pirsê û encamdarên vê planê de bihê kirin. Ewên ku bûne alava vê planê û ev nexweşîya han li bajêrê xweştivîyê helmet û qurbanîyê dirist kirin û bûn egerê, ku di nav cemawerê xweragirê vî bajarî de, nexweşî û diltengî çê bibin û ew radestî qanûnê bibin da ku bihên sizadan.

Di vê kombûnê de tekezî li ser hevhilwestîyê û yekrêzîyê hat kirin, da ku bi saya vê hevhilwestîyê û vê yekrêzîyê, hêvî û armancên rewayên gelê me pêk bihên.

Di vê demê de ku hîna tê de rewşa Kurdistanê û vê deverê ji bo parastina destkevtan û pêkanîna wan hêvîyan û wan armancên ku hîna pêk jî nehatine li ber dest e, divê em rê nedin berê bûyeran bihê guherandin û ziyan bigihêje gelê me.

Em daxwazê ji hukûmeta herêma Kurdistanê dikin, ku lêkolîn di derbarê berpirsyarîya dam û dezgehan de bihê kirin û ew karên pêdivê encam bide.
Em daxwazê ji cemawerê xweragirê kurdperwerê bajarê Silêmanîyê û hemû Kurdistanê dikin, ku ew alîkarîyê bi dam û dezgehên ewledarîyê re bike, da ku ewledarîya hevwelatîyan li cih be û saman û serwetên wan jî parastî bin.

Herweha, cemawer, YNK, PDK, hemû alîyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl rê nadin nehez û plangêran, ku ew derzê bixin nav yekrêzî û tevayîya nav mala Kurdistanê de. Divê plangêr bizanin, ku em dê ji bo paraztina ezmun û destkevtên gelê Kurdistanê, rêyên pêdivê li ber çav bigirin.

18.02.2011

Polîtburoya PDK       Polîtburoya YNK

Back to top button