Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Mehdî Eker kir

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 18.10.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Mehdî Eker wezîrê berê yê çandiniyê yê hikûmeta Tirkiyeyê, Hakan Karaçay Konsulê giştiyê Tirkiyeyê li Hewlêrê û şandeya saziya Perwedeyî û Mearifî ya Tirkiyeyê  ku ji endamên damezrênerên wê saziyê pêkatibû, kir.Di civînekê de ku, wezîrê perwerdeyê yê hikûmeta Kurdistanê û hijmareke berpirsên hikûmî amade bûn,  şandeya mêvan li hemer civîna bi serokwezîr Barzanî re kêfxweşiya xwe nîşan da û tekîd li ser zêdetir pêşxistina têkeliyên navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê di hemû waran de û bi taybetî di warê berwerdeyê de kir. Herwesa sipasiya hikûmeta Kurdistanê kir ku hevkariya pê re kir û ofîsa saziya xwe Perwerdeyî û Mearifî li Hewlêrê vekir.Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdanan şandeya Tirkiyeyê kir û tekîd li ser geşkirina têkeliyên navebra Hewlêr û Anqereyê, bi taybetî di warê perwerde û fêrkirinê de ku Tirkiyeyê tecrûbeyeke zengîn di waerê perwede û fêrkirinê de heye, kir.Barzanî got ku saziya Perwerdeyî û Mearifî ya Tirkiyeyê dikare alîkariya saziyên perwerdeyê yên Herêma Kurdistanê bike û hikûmet jî di vê çarçoveyê de amadeye hêsankariyan bike. 

Back to top button