Nivîsar

Xiyanet nayê meşrû kirin

15ê Cotmeha 2017ê serokkomarê Iraqê Fuat Mesum nameyek ya serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji bo kurda anîbû. Li ser vê yekê di wê rojê de PDK û YNK li Dukan civînek berfireh li darxistin û bersiva tehdîdên serokwezîrê Iraqê dan û biryar dan ku dê li himber hemû êrîşan Kurdistanê biparêzin.

Her li gor vê yekê jî pêşmerge tedbîrên xwe standin. Mixabin roja 16ê Cotmehê berê sibehê Heşda Şeibî, Artêşa Iraqê û Pasdarên Îranê bi hevkarîya hinek hêzên girêdayî YNKê ketin nava Kerkûkê û Kerkûk dagir kirin.

Kurê mezin yê Celal Talabanî Bafil Talabanî li gel hinek endam berpirsên bilindên YNKê li gel hêzên ku êrîşê Kerkûkê kirî hevpeymaniyek pêk anîbûn. Di dawiyê de hêzên girêdayî YNKê xwe ji eniya şer dan aliyekî û şûnve vegeriyan. Li Kerkûkê ji bo hêzên girêdayî YNKê xwe ji eniya şer nedin aliyekî xelkê deverê xwe avêtin ber tanka û wesayetên peşmergeyên YNKê.

Piştî bûyerê berpirsên bilind yên YNKê wek Kosret Resul, Mele Bextiyar, Şêx Cefer û waliyê Kerkûkê Necmeddin Kerim, daxûyanî dan û eşkere gotin gurubek di nava YNKê de xiyanet kirine û dê ev gurub bê cezakirin. Lê mixabin ne grub hate cezakirin û ne jî guhertinek pêkhat.

Îro hemû YNK xiyanetê diparêze û xelata vê xiyanetê jî bû serokkomariya Iraqê. Herkes bûyera 16ê Cotmehê baş dizane û buyer gelek vekirî û eşkereye. Lê li vê derê pirsek heye ku dive behsê bête kirin. Gelek aliyên siyasî bi minasebeta salvegera dagirkirina Kerkûkê daxûyanî derêxistin û ev roja reş şermezar kirin.

Behsa xiyanetê kirin, lê balkêşe ku nave alî û kesên xiyanet kirîn nayê gotin. Eger  yên xiyanet kirîn newin navkirin, hinge tu wateya gotina xiyanetê namîne. Başe eger ev bûyera tehl xiyanete, kî ev xiyanet kiriye. Artêşa Iraqê, Heşda Şeibî yan jî Pasdarên Îranê êrîşê Kurdistanê kirine. Her kî, aliyê siyasîbe yan jî kesayetbê ku hevkariya van aliyan kirî li dijê welatê xwe û miletê xwe xiyanet kiriye. Ev kes eşkerene û nave wan kifşin û heta wek îro serkirdeyatiya YNKê de xwedî bandorin. Helwesta siyasî ji bo dezgeh û partiyên siyasî gelekî giringe. Li vê bûyerê de pirs ne pirsa PDKê yan jî YNKê ye. Pirs pirsek niştimaniye û di dagirkirin û êrîşên li ser Kurdistanê de, aliyekî li gel dijmin hevkarî kiriye û li himber welatê xwe ketiye di nava xiyanetê de. Aliyek din jî bi hemû imkanên xwe xaka Kurdistanê parastiye. Navê aliyekî YNK û aliyê din jî PDK ye. Di pêvajoya  pêşiya me PDK û YNK bi hevre hukumeta ava dikin yan jî cardin peymanên stratejik îmze dikin ev karê wan e. Herweha ew nêzik hev dibin yan jî çi dikin cardin karê wane û mirov dikarê binirxîne û dîtina xwe bêje. Heta rexne bike yan baş dibîne yan jî li dij derdikeve. Lê pirsa xiyanetê tiştek dine. Yan bila mirov ji binî behsê neke, yan jî behsê bike dive bê navkirin.

Mimkine sedema her bûyerekî hebê, lê tu sedema xiyanetê tuneye. Sedema xiyanetê xiyanet bi xwe ye. Hinek organên medya yan jî kesayetên siyasî dema behsa bûyerê dikin, dibêjin“ grubek nav kurdan de xiyanet kiriye“ ev nabê hinge hun kurda hemûyê têxin di bin tohmetê de. Gelo nave van kurda tuneye? Gelo nave aliyê ku xiyanet kirî tuneye? Ji bo çi mirov bi xwe ji bo miletê xwe muama diafrînê.

Ji xwe dema referanduma Kurdistanê de gelek tişt eşkere bûn. Herweha kifş bibû ku dê kurd piştî referandumê bedelekî bidin. Eger xiyanet nabûya kurda tu bedelek giran nada . Lê xiyanet bû sedemê ku kurd bedelek mezin bidin. Niha behsnekirin û navnekirina kes û aliyên xiyanetê bi awayekî nayê wateye meşrukirina xiyanetê bi xwe?

19.10.2018

Dara Bilek

Back to top button