Encûmena Asayîşa  Kurdistanê ragihand ku grûpeke diz û qaçaxiyên petrolê hatiye desteserkirin.Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li hemberî nehiştina gendelî û destwerdana di mal û milkên giştî de bo cibîcikirina yasayan hêzên ewlehî û Rêveberiya Asayîşê operasyonek pêk anîne.Li gor daxuyaniya Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê di encama operasyona navborî de grûpeke ji 6 kesan pêk dihat ligel 4 kesên sivîl û 2 endamên asayişî hatine desteserkirin.Hate ragihandin ku ew kesane tevlî karên neyasayî bûne û nefta Kurdistanê didizîn û bi qaçaxî difirotin.Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê tekez kir ku di çarçoveya yasayan de miamelê ligel wl grubû tê kirin û lêkolîna derbarê wan de berdewam e.Herwiha Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê dibêje bila xelkê Kurdistanê piştrasbin ku ew dê li ser erka xwe berdewam bin û ew rê nadin destdirêjî li hemberî mal û milkê giştî bêne kirin. 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: