Malpera YNKê ya fermi di derbarê bûyera 16ê Cotmehê de nûçeyek belav kirîbû. Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku, Fermendeyên PDKê ji eniya şer reviyane.

Li ser vê nûçeyê endamê serkirdeyatiya PDKê Elî Ewnî daxûyaniyek da û dibêje: Eger şerên Pirdê, Telsiqof, Mehmûdiye û Mexmûr nebûna niha mala Mam Celal jî bibû baregeha Heşda Şeibî û Hesen Pilays û yên mîna wî tê de bûn. Ji xwe wê çaxê Mela Bextiyar û Kosret Resûl bi eşkere gotin ku rûdanên 16 Cotmehê ji encama xiyaneta komek korfehm û nezanan qewimiye. Yên ku xiyaneta 16 Cotmehê kirin, rûyê wan reş bûye. Ew sozên ku dagirkeran dabûn wan jî, pûç derketin. Ew, ji bona ku dijmin ji wan razî be, amade ne tevahiya welatê xwe teslîm bikin.

 

Elî Ewnî dibêje: Di nîveka salên 60î de jî Birahîm Ehmed (xezûrê Mam Celal) û kesên derdora wî bibûn caş lê paşê Mam Celal hewl da wê lekeya reş di dîroka YNKê de paqij bike lê ew deqa reş vê carê bi pêşengtiya Pavil, Lahûr û Aras û Ala û çend kesên din, bi vêrjinek din hat nûkirin. Eger PDKê şer nekiriba û Kurdistan neparastiba tiştek bi navê Herêma Kurdistanê nedima vêca niha jiyana hemû xelkê Kurdistanê ji cehenemê jî xirabtir dibû.

 

YNK hêja xiyaneta 16ê Cotmehê de berdewame, duhî grubekî ev yek kir lê îro hemû bûne şirîkê vê grubê û bi hevre xiyanetê berdewam dikin. Ev pirsa hilbijartina serokkomarê Iraqê de û li Kerkûkê ji bo hilbijartina parêzerek nû de heman tiştê berdewam dikin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: