Polîtîk

Biryara YNK ji bo Kerkûkê destê xayînên 16ê Cotmehê de ye

 Berpirsê liqa Kerkûkê ya PDKê Kawe Ehmed daxûyanikî ya xwe de ji bo BasNewsê dibêje : Xiyanetkarên 16 Cotmehê bi taybet Pavil Talebanî, Lahûr Cengî û Aso Mamend dixwazin di nav xwe de parêzgarekî bo Kerkûkê destnîşan bikin. Ji ber wê jî gelek caran diçin Bexdayê û bi rayedarên Iraqî re hevdîtin dikin.Kawe Ehmed berdewamiya daxûyaniya xwe de got: Wan dixwastin Rizgar Elî bikin parêzgarê Kerkûkê lê bi ser neketin. Paşê xwastin Xalid Şivanî bikin parêzgarê Kerkûkê ew jî nebû. Ji Aso Mamend re gotin bibe parêzgar wî jî qebûl nekir bibe parêzgarê Kerkûkê.Wî berpirsê PDKê anî ziman ku xiyanetkarên 16 Cotmehê bi ereb û turkmenên Kerkûkê re hevdîtin kiribûn, ereb û turkmenan ji wan re gotibûn ku divê desthilata parêzgar kêm be, her biryarek da divê cîgirê wî jî qebûl bike her wiha encumena parêzgarê jî pesend bike. Ev jî tê wateya parêzgarekî kartonî. Ew dixwazin tenê posta parêzgariya Kerkûkê di destê wan de, vêca çi dibe bila bibe. 

Back to top button