Li Tirkiye siyaseta dewletê li himber kurda rojane tund tir dibe. Kurd di nava Dewlet û PKKê de diperçikin û pêvajoyek zehmet derbas dikin.Hukumetê nêzikî 400 muxtarên kurd ji karên wan dûrxist. Muxtar jî wek parlementera , serokê şeredariyan bi dengê xelkê têne hilbijartin. Li bajara muxtarên taxa û li gunda muxtarên gund li gel heyetekî têne hilbijartin û karê xwe dikin.
Lê hukumetê bi tohmeta ku pêwendiyan wan li gel PKKê heye gelek ji wan muxtaran ji kar dûrxistin. Li Bakurê Kurdistanê gelek insanên ku tu pêwendiyên wan li gel PKKê tuneyî û heta radeyekî PKKê rexne dikin û li dijê siyaseta PKKê ne û tu cara dengên xwe jî nadin HDPê bi hêcata pêwendî li gel PKKê hene ji karên wan têne dûr xistin û têne girtin û gelek cara ceza dixwîn û dikevin girtigehan de.Di vê derbarê de gelek mînak hene.
Hinek endam û berpirsên Tevgera Ciwanên Kurdistanê bi tohmeta pişgiriya PKKê hatin darizandin û bi vê hêcetê ceza girtin û ketin girtîgehê de. Niha her kesek û Raya Giştî ya Kurdistanê baş dizanê ku Tevgera Ciwana li ser xetek netewî siyasetê dike û her demî eşkere li dijê siyaseta PKKê sekinîne û di vê derbarê de xwedî helwestin. Lê gelek zanebûn ev insan hatin girtin û cezakirin.Ji aliyek din gelek welatparêzên kurd , yan jî hinek kesayet hene ku, tu cara pêwendiyên wan li gel PKKê çênebûye.
Mirov dikarê bêje ku gelek cara PKKê ew mexdur kirine û di bin tehdîda PKKê de mane. Îro taybetî piştî pêvajoya ku ji aliyê hukumetê ve wek “Pêvajoya Çareseriyê“ hatî nevkirn ve, ev insan hatine girtin û cardin bi tohmeta pêwendiyên li gel PKKê hatine dadgehkirin û ceza kirin.Gelek milîsên PKKê ku li bajar û li gunda dijiyan hebûn û ji aliyê xelkê ve baş dihatin naskirin. Van kesan xelk dibiran bingehên PKKê, ew ceza dikiran, pere ji wan distandin û wan di navbera PKKê û xelkekî de çûyîn hatin dikiran. Niha beşek mezin ji van kesan, heta piraniya wan ji bo dezgehên îstixbarata dewletê kar dikin û xelkê didin girtin.
Ya xerîb jî ewe ku ev yek ji aliyê civatê ve gelek ecêb nayê dîtin, wek tiştek asayî tê dîtin.Ji bo vê yekê jî di siyaseta ku îro hukumet di derbarê pirsa kurd de li Tirkiye rêve dibe gelek xelet e. Dewsa behsa çareseriyekî bikin yan jî di vê derbarê de guh bidin kurda(xelkê bi xwe yan jî aliyên ku xwe kurd û Kurdistanî bi nav dikin), dibêjin:Tu pirsgirêka me li gel Kurda tuneye. Herweha bi vê yekê didin xûyakirin ku, pirsa kurd tuneye.Bi vê zihniyetê siyaset nayê kirin ew gavên demikî ji aliyê AK Partiyê ve di derbarê pirsa kurd de hatin avêtin ku ji aliyê kurdan ve jî erênî dihatin nirxandin hêdî hêdî ji hole radibin û tu ferqa siyaseta hukumeta Îro û yên berê di pirsa kurd de namîne.
AKPê her demî digot em siyaseta inkarê nakin, lê niha pêvajoya ku tê jiyandin cardin siyaseta inkarê ye. Herweha taybetî hevkariya AKPê û MHPê cardin bûye sedemek, hest û siyasetek nijadî tê rêve birin.Îro ji hemî demî bêhtir ihtiyaca xelkê li aşitiyek civakî heye, lê mixabin behskirina aşitiyê jî, ji hemû demî zehmetir bûye. Ev siyaseta îro heyî hukumetê ber bi pêvajoyek xirab ve dibe û dê ev siyaset bibe sedemê dawibûna vê desthilatê.
Rewşa Tirkiye ne başe, aliyê darayî de ber bi krizek tund ve diçe, ji aliyê siyasî ve kes nizane dê çewebe, rêyek tarî dixweyê. Lê siyaseta di derbarê kurda de dikare gelek tişta biguhere.Li Tirkiye HDPê temsila kurda nake, HDPê xwe wek partiyek kurd bi nav nake. Lê bi israr dewlet kurda di kesayeta HDPê de dibîne û bi vê yekê dixwaze siyaseta di derbarê kurdan de rêve dibe da ku ji aliyekî xwe tetmin bike û aliyek din ve karê dike bêxe qalibek meşrû û hukukî de.
Ev siyasetek xelete û demekî gelek siyasetmedarên kurd ku helwesta AKPê baş dititan niha xwe dûr têxin û siyaseta îro heyî rexne dikin.Li Bakur kurd di navbera siyaseta dewletê û PKKê de bê çare mane û têk diçin. Kurd di nava herdu aliyan de asê mane û nizanin berê xwe bidin kû derê.Heta ku bi çavê PKKê li Kurda bê rênîn dê xeletî bingehê siyasetê be.
Nûçe/analizN.Firat