Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî bi heyeteke Îtalyayî re civiya

Îro piştî nîvro li Hewlêrê, Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê pêşwazî li sefîrê Îtaliyayê yê li Bexdayê,  berprisê konsolxaneya Îtaliyayê ya li herêma Kurdistanê û heyeta bi wan re kir.

Nêçîrvan Barzanî û mêvanên xwe di civînekê de behsa têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û Îtaliyayê de kir û tekîd li ser zêdetir pêşxistina têkeliyên di navbera her du aliyan de yên di hemû waran de, bi taybetî di warê bazirganî, abûrî û teşwîqkirina şîrket,  kompanî û sermayedarên îtalî ku li herêma Kurdistanê sermayeyê xwe birazînin, kir.

Barzanî ji heyeta îtalyayî re got ku herêma Kurdistanê dixaze peywendiyên xwe bi Îtalyayê re xurtir bike û fêdey ji şarezayî û pisporiya îtalyayî werbigire.

Back to top button