Civak

Di sala 2012ê de dewleta kurdî

Feleknasê navdarê îraqî Yasir Daxistanî ku diplomaya diktorayê bi zanistê feleknasiyê heye, pêşbîniyên xwe bo sala 2012ê diyar dike û dibêje ku ew pêşbînî dike di sala 2012ê de dewleteka kurdî a serbixwe li Îraqê bê damezrandin û sala 2012ê dawiya hukimê Nurî Malikî ye.
 
Yasir Mihemed Daixstanî ku, li Amerîkayê dijît û endamê Yekêtiya Feleknasên Cîhanî û ya Amerîkî ye,  li dor diyartirîn pêşbîniyên sala 2012ê ji rojnameya Hewlêr re got:
– Sala 2012ê dê bi damezrandina dewleteke kurdi dest pê bike. Kurdistan ber bi bidestveanîna armancên xwe dice. Tevî maytêkirin û destêwerdanên Îran û Tirkiyeyê, kodengî û rêkeftin li ser pêdana mafê dewletbûnê bo kurdan, li jêr nave dewleta kurdi, heye. Pirojeyê dewleta kurdi bê şert û astengî dê biserkeve.

– Piştî vekişîna hezên amerêkayî ji Îraqê, Îraq dê ber bi îstîqrarê biçe. Hindek hizib dê parçe bin. Biryara damezrandina tu herêmêm din nayê cîbicî kirin. Hukimê Malikî di naverasta sala 2012ê de dê bi dawî bê, hilbijartinên nû dê çê bin û dê Îraqê ber bi binyatdanan û geşbûnê here.

Daxistanî herwesa pêşbînî dike ku di sala 2012ê de gelek bûyerên xwezayî biqewim in, erdhej li Tirkiya, başûrê Amerîka û Malîziya û Çînê çê bin. Li Îraqê lî dê gelek toz bibare.

Rojevakurd

Back to top button