Civak

Barzanî: Silêmaniyê di şoreşê de gelek qurbanî dane

Bi minasebeta 227 saliya avakirina bajarê Silêmaniyê. Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî xelkê bajarê Silêmaniyê kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de pîrozbahiyeke gerim li hemû xelkê bajarê helmet û qurbanîdanê dike û hêvî dike ku bajarê Silêmaniyê zêdetir geş bike û pêşbikeve û dibêje:

– Silêmanî, di dîroka xwe de, rol û tesîra wê di bizava kurdayetiyê, edeb, rewşenbîrî û kulrurî de ber bi çav e.

– Di salên 40î de a sedsala çûyî de, di demekê de ku Barzanî yê nemir li ser rêbaza kurdîtîyê ji aliyê dagîrkerên hîngê ve bo bajarê Silêmaniyê hat dûr kirin, cemawerê Silêmaniyê bi germî pêşwazî li nemir Batzanî kir. Herwesa di karwanê şoreşa mezin ya Îlonê de gelek qurbanî dane û rûpelên pir destkeftiyên gelê me şahidên wê rastiyê ne.

Serokê Kurdistanê di peyama xwe ya pîrozbahiyê de bo xelkê bajarê Silêmaniyê dibêje:
– Di vê salvegerê de ku, îro gelê kurd xwedî serokatî, parlamento û hikûmeta herêma Kurdistanê ye, baştirîn wefadarî bo xebat û tekoşîna cemawerê wî bajarê xweştivî pêşkeşkirina xizmetgozariyên zêdetir e.

Back to top button